NAVENDA NÛÇEYAN – Di hejmara nû ya rojnameya Serxwebûnê de nameyên Sara Tolhildan û Rûken Zelal hatin weşandin, ku ji Tabûra Nemiran a Şehîd Zîlan û Fermandariya Biryargeha Hêzên Taybet ên YJA Starê re nivîsandin.
Nameyên ku li rojnameya Serxwebûnê hatin weşandin wiha ne:
JI MALBATA MIN RE
Dixwazim ku hûn zanibin min her tim ji we hez kir, hurmet da we û hewl da ku bibim ewladek hêjayî we.
Ji ber ku hûn bi dilsoziya min a bi tevgera PKK’ê re zanin, di wê baweriyê de me ku hûn ê çalakiya min fêhm bikin, têbigihêjin. Lê belê dîsa jî dixwazim hin xusûsan parve bikim. Beriya her tiştî divê hûn bi vê rastiyê zanibin: Ez bi îradeya xwe tevlî nava refên PKK’ê bûm û bi îradeya xwe li ser bingeha pêşniyarên xwe yên li rêxistinê kirî, min şens bi dest xist ku çalakiyeke bi vê rêbazê bikim. Lewma ji we dixwazim ku bi hestewarî nêzî bûyerê nebin, li hemberî rêxistinê helwesteke cuda nîşan nedin.
Dibe ku wê bi we gelekî zor be, lê belê zanibin ku yên şehîd ketine ne tenê keça we ye. Di oxira vê doza pîroz de ewqas dayik û bavan berdêlên mezin dan, ewqas hevrê şehîd bûn, ku şehadeta min li ber wan dibe dilopek bi tenê di okyanûsê de. Ji ber vê yekê ne tenê qîmeta dilopeke bi tenê, bi qîmeta tevahiya okyanûsê zanibin û pê re dilsoz bin. Li ser vê bingehê zanibin ku pêvajoya heyî pêvajoyeke welê ye ku her kes kare tiştekî tevlî bike û bi vê têgihiştinê xwe li têkoşînê bigirin. Ji xwe b… jî beriya bi salan tespîteke bi vî rengî kiribû: ‘Ev şer timî li çiyê, timî bi gerîla nayê meşandin. Wê rojekê derbasî nava bajaran bibe. Ji bo vê divê em amadekariyan bikin’. Va ye îro şer li bajaran e, hûn jî tevlî bibin.
Herî dawî dixwazim ji dayika xwe re vê xusûsê bibêjim: Milyaketa min a bedew, min timî gelekî ji te hez kir û ji te hez dikim. Di vê mijarê de weke ku dilê te şikestiye, min ji nameya te ev fêhm kir. Lê belê ti carî ez ji te neşikiyam, min her tim gelekî ji te hez kir, min hewl da ku di hurmetê de bêqisûr bim. Dilsoziya min a bi te re, piştî ku tevlî nava PKK’ê bûm hîn bêhtir bi wate bû. Dibe ku hem bi te re hem jî bi xwika xwe re nekarîm zêde bimînim. Di vê mijarê de ji hezkirina jinê mehrûm mam. Lê belê bi tevlîbûna li nava PKK’ê re min gelek hevrêyên jin ên hêja nas kir, gelek parvekirinên bi wate kir. Lewma dibe ku ji aliyê we ve hinekî bi şens nebûm, lê belê ji aliyê PAJK’ê ve gelekî bi şens im.
Careke din dibêjim ku gelekî ji we hez dikim û hezkirin û silavên xwe dişînim.
Bi silav û hurmetên Apoyî
11.06.2016
Sara Tolhildan
JI FERMANDARIYA BIRYARGEHA YJA STAR A HÊZÊN TAYBET RE RAPORA MIN A PÊŞNIYAR Û KÛRBÛNÊ YE
Dixwazim balê bikişînim tespîta heval Ba… a di civînekê de kir, rastiya pêvajoya heyî vebêjim. Belê, tespîta heval bi vî rengî bû: “Em jî, dijmin jî di rîngeke têkoşînê de ne û em dixwazin derba kuştinê li hev bixin. Me derba bi dilê xwe li dijmin nexistibe jî me dijmin baş birîndar kirine. Lê belê ev jî rastiyeke ku dijmin jî dixwaze derba kuştinê li me bixe. Di vir de bi ser neketibe jî ji hin aliyan ve encam bi dest xistiye.” Di vê çarçoveyê de weke kesayetek di her êrîşeke nû de li pêşberî rastiya dijmin matmayî namînim. Ji ber ku pir seranser mabim jî ev tespîta Rêbertî timî di bîra min de ye: “Dewleta Tirk hebûna xwe li ser înkar û tunekirina Kurdan ava kiriye.” Lewma timî bi vê hişmendî û hesretê jiyam, dijîm; di wê rîngê de divê derba kuştinê ez li dijmin bixim! Bi taybetî van salên dawî rojeveke cuda ya min nebû; li gel vê yekê kûr bûm ku ji aliyê navxweyî û afirîneriya taktîkî ve xwe bi pêş ve bibim. Bi kurtasî neketim nava feraseteke welê ku bila rêxistin amade bike, ez jî li gorî wê hin tiştan bikim. Bderevajî di gelek nîqaşên ku min dema dawî bi heval *… re kir, her tim ketim nava lêpirsîna vê yekê; çima nikarim rêbazeke hîn afirîner pêşkêş bikim. Di vê mijarê de bi vî aliyê xwe hesiyam; bi karê daxistina nexşeyê ya dawî re girêdayî, teqez bi rê û rêbazekê gerîlatiya bajêr nayê kirin. Gelek rêyên vê yekê hene. Ji pratîka dawî ya HBDH û YPS’ê jî eşkere bû ku gelek rê hene ji bo li dijmin bê xistin û li qada dijmin xwe bi cih bike. Bêguman ji bo karên me pêwîstî bi derfet û zemîneke xurtkirî ya binesaziyê heye.
Têkildarî karê ku bi şênberî li ser kûr dibim, eger pirsgirêkên hevalan *… yên bi heman rengî tune bin, em jî (weke yekîneya hevalên jin) karin ji bejahiyê biçin û ji bo çalakiyên xwe yên destpêkê bikin, cebilxaneya xwe ji vê derê bidin pişta xwe. Bêguman ji bo vê jî pêwîstî bi kondîsyoneke baş heye. Weke şexs dikarim bibêjim ku fîzîka min têrê dike, lê belê weke tîm divê em hemû di heman astê de bin. Min ev rewş dema dawî di dema kûryetiya hin hevalan de baştir fêhm kir, teqez divê her tişt ji bo kar bê birêxistinkirin. Nemeşandin, nêzîkatiyên kêfî dibin sedema pirsgirêkên cidî. Lewma divê em gelekî zelal û bi biryar bin, ku lingên me biwestin jî divê em karibin rê vekin.
Mijareke din jî ew e ku di nîqaşeke bi heval *… re min tiştekî bi vî rengî gotibû; “Cografya cografya ye, ti ferq nîne ha te li Kurdistanê ha jî li Tirkiyeyê gerîlatî kiriye.” Heval *… got, “Na, teqez cudahî heye û gelek cudahî hene. Divê kesayet psîkolojiya xwe li gorî wê amade bike.” Di vê pêvajoyê de min baştir fêhm kir bê H. *… dixwaze çi bibêje. Hem detayên qadê, bajar, rastiya mirov, çînî û civakî, her wiha hestên faşîzan ên tund teqez amadekariyeke ruhî ya cidî divê. Bêguman eger mirov gerîlatiyê li gorî pîvanên wê bimeşînin, mirov kare şert û mercên zehmet veguherînin avantajê. Ji ber ku dijmin wê li qada xwe ji bo êrîşekê mîna li Kurdistanê ne amade be. Çawa ku di nava me bi xwe de hin lawaziyên ewlekariye hene, yên dijmin jî zêdetir e. Eger *… bi tecrûbeya me ya leşkerî re bibe yek, dewleta Tirk a faşîst wê bitevize.
Eger qala sedema parvekirina vê kûrbûna xwe bikim; nêzî saleke ji bo karibim derbasî qada wezîfeyê bibim kûr dibim, min hewl da ku bi têgihiştî, sebir û aqilane nêzî mijarên ku heval li ser kûr dibin û mijarên ez bi xwe li ser kûr dibim. Di demekê de ku ez di nava pêvajoyeke bi vî rengî ya amadekariyê de me, dijmin qet vala nesekinî, wê nesekine jî. Lewma nabe ku tenê bi çûyîna wezîfeyê wijdanê xwe rehet bikim û di vê mijarê de wijdanê min min dixe nava êşeke nayê vegotin, her ku radizêm, di her kêliya jiyanê de êşa wijdanî bêhnê li min diçikîne. Ji ber vê yekê ji bo her cûreyê pêwîstiya şer (Li hemberî êrîşên dijmin ên li H… çûyîna weke hêza teqwiye) amade me. Ev parvekirinên min jî lêgerînek li ser êşa min a wijdanî ye.
Her wiha ji ber ku di pêvajoyeke ewqasî giran de nekarîm sekn û tevlîbûnekê nîşan bidim ku destê Rêberê me xurt bike û mîsyona rêbertiya taktîk bi cih bînim, rexnedayina xwe didim.
Silav û hurmetên şoreşgerî
08.07.2020
Sara Tolhildan
*****
JI BO TABÛRA NEMIRAN A ŞEHÎD ZÎLAN RE RAPORA MIN A JI BO ÇALAKIYA FEDAÎ YE
Nasnavê min Rûken Zelal e, di sala 2012’an de li qada Rojava tevlî nava karên ciwanan bûm. Sala 2014’an beşdarî nava qada gerîla bûm, piştî ku min perwerdeya xwe ya şervanên nû qedand, bi wezîfedarkirina hevalan beşdarî nava karên saziyê bûm. Piştî ku min perwerdeya dewreya bingehîn qedand, dawiya sala 2015’an li karên arşîvê hatim wezîfedarkirin, 8 mehan li wir mam. Sala 2016’an careke din li saziyê vegeriyam. Di nava saziyê de li dewreya bingehîn weke fermandara tîm hatim wezîfedarkirin. Sala 2017’an li qada *… hatim wezîfedarkirin. Heta sala 2020’î li wê qadê tevlî kar bûm.
Di her pêvajoyê de mirov pê dihese, divê rêbaz çawa be? Di rastiya vê pêvajoyê de, li hemberî rastiya dijmin divê xwe bi kîjan rêbazê bi rêxistin bikim, çawa dikarim hîn bêhtir berpirsyariyê hilgirim, çi dikarim bikim. Ev hemû ji bo min her tim mijara kûrbûnê ne. Bi taybetî li Îmraliyê li dijî Rêber Apo tecrîd û êşkence tê kirin, li hemberî gel şerê taybet tê meşandin ji bo nefesê lê biçikînin, AKP, PDK û hêzên hegemonîk bi polîtîkayên xwe yên li gorî berjewendiyan hewl didin desthilatdariya xwe dewam bikin. PDK û dewleta Tirk li ser bingeha planên tunekirinê li dijî gerîla û gelê Kurd hevdîtinan dikin. Dijmin bi rêya van planên xwe dixwaze Kurdên azad tune bike û koletiyê weke şertê yekane yê jiyanê ferz bike. Polîtîkayên heyî yên dijmin bi ked û berxwedana Rêber Apo, bi têkoşîna gelê me û tevgera me ya gerîla eşkere bûne. Ev polîtîka li gel derfet û teknîkê heta astekê zemînê ji xwe re dibîne. Ked û sekna îradeyî ya Rêber Apo her tim tirseke mezin xistiye nava dijmin. Rûbirûbûna li vê rastiyê dike ku mirov bêhtir hay ji rastiya; teknîka herî mezin mirov e, hebe. Rêber Apo dibêje, ‘Ya/ê ku fikrê xwe bi me re be, çalakiya xwe jî bi me re ye’.
Hatina li nava hêzên taybet her tim ew hest da min ku di bin barekî mezin de me. Di kêlî û cih de xwegihandina rastiya fedaî ya ku pêvajoyê fêhm dike, dibe sedem ku ji aliyê wijdanî ve xwe timî kûr bikim û xwest xurt bikim, di kesayetiya xwe de hêsa tolhildanê mezin bikim ji bo tola her xwîna gelê me ya hatiye rijandin hilînim û armanca welatekî azad a gelê me, jiyana bi Rêbertî re pêk bînim. Li gel vê yekê her ku li Rêbertî guhdarî dikim û perspektîfên rêxistinê dişopînim, dikevim nava wê kûrbûnê ku çawa dikarim bibim bersiv, çawa dikarim bersiva keda hatiye dayin bidim. Gotina ‘Xwezî ji canê min bêhtir tiştek hebûya ku min feda kiribûya’ ya hevala Zîlan, rê û rêbaza kûrbûna serketinê û xwegihandina armancê nîşan dide. Ji bo min bersiva li kedê, bi yekbûna bi xeta fedaî dibe. Ez jî ji bo li ser vê xetê bimeşim, pêşniyar dikim ku çalakiya fedaî bikim. Ji bo her milîtanên fedaî yekbûna bi eta Zîlan re, dewlemendkirina rêbaza Zîlan di vê pêvajoyê de wezîfe û berpirsyariya sereke ye. Ji bo pêşniyareke bi vî rengî mîsyon û îradeyeke mezin divê. Bi biryar im ku şert û mercên çiqasî zehmet derkeve pêşiya min jî wê ev yek serketina çalakiya min neguherîne. Li ku dibe bila bibe, cudahiya cih ji bo min nîne, ji ber ku dijmin di vê demê de li her derê êrîş dike. Di vê mijarê de ji bo bibim bersiv xwe amade dibînim. Dem çiqasî derbas bibe jî ez ê li ser vê biryara xwe hîn bêhtir kûr bibim û biryardariya xwe xurt bikim. Ez ê tecrûbeyên ku rêxistinê her tim da me bi pratîka xwe bixim meriyetê. Di rastiya Rêbertî de mejiyê nabe, tu carî nebû. Ez jî di pratîka xwe de vê perspektîfê ji xwe re bikim esas.
Li ser pêşniyara xwe ya çalakiyê dixwazim çend nuqteyên din jî diyar bikim. Ez ji Rojava me, ev yek ji bo pêşniyara min a çalakiyê avantajeke. Ji ber ku li Bakur an jî metropolên Tirkiyeyê nemame, neguncaw e ku li ser rêbaza xwe ya tevgerê ya li wan deveran tiştekî şênber bibêjim, ez di wê baweriyê de me ku ez ê zemînên heyî binirxînim û li ser rewşên şênber ên li wê qadê kûr bibim.
Li gel rexnedayina xwe ya li nebûyîna bersiv ji pêvajoya heyî re dixwazim soza xwe dubare bikim ku kesayatiya milîtan a bibe bersiv ji kêliyê re, ez ê bi xwe re biafirînim.
Silav û hurmetên şoreşgerî
Rûken Zelal
10.09.2020
JI BO FERMANDARIYA BIRYARGEHA HÊZÊN TAYBET RAPORA MIN A LÊHÛRBÛNÊ YE
Navê min Rûken Zelal. Sala 1996’an li gundê Bîlêqiyê yê girêdayî bajarê Amûdê ji dayîk bûme. Malbata min malbateke welatparêz e, lê bandora kevneşopiya eşîrtî, hîna bi awayekî diyar li nava malbatê heye. Naskirina min a tevgera azadiyê di zarokatî de bi çûyîn û hatina hevalan a li mala me û bîranînên bi wan hevalan re di astekê de hebû. Lê bi awayekî çalak ez destpêka şoreşa Rojava tevlî xebatan bûm. Sala 2014’an min berê xwe da çiyayên azad. Min perwerdeya xwe ya şervanên nû li herêma Garê dît. Piştî perwerdeya şervanên nû ez derbasî Hêzên Taybet bûm. Ez dikarim bêjim ku min xwe di nav HêzênTaybet de nas kir. Lêgerîna min a pêşniyara çalakiya fedayî bi çalakiyên heval Doğa û heval Zinar dest pê kir. Ji ber herdu heval min di jiyanê de jî nas dikir. Me bi heval Doğa re heman perwerde dît û bi heval Zinar re jî, em li heman navendê bûn. Kesayeta van hevalan bandoreke mezin li min kir.
Di her pêvajoyê de, rihê ku me her tim ronî dike, dihêle ku destanên pir mezin ên serfiraziyê li nava rûpelên dîrokê werin nivîsandin. Di nava vê rastiyê de, cewhera rih û hişmendiya serokatiya me ji me hîn zêdetir eşkere ye. Û pêvajoya heyî niha bi vî rihê birêve diçe. Her roj bi pêşengtiya şehîdên leheng destan tên nivîsandin. Îro em xwedî wê îradeya fedaî ne ku li hemberî hêzên endamên NATO rawestin. Ev hêza mezin ku bê çare maye, li hemberî me bi sedan caran gazên jehrî bi kar tîne, serî li her rê û rêbazên dij exlaqî dide. Dema em li rastiya vî şerî binerin, tê dîtin dewleta Tirk a dagirker, çiqas ji hêz ketiye. Lê ya girîng ew e ku mirov van rastiyan baş bibîne û li hemberî vê sekna pêwîst nîşan bide. Di vê pêvajoyê de hevalên me yên ku bi rihek fedayî şer kirin, li ber xwe dan û bi vê helwesta xwe a pîroz bûn şopdarên Egîd û Zîlanan. Rastiya van hevalan ji bo min bûye nexşeya rê. Baweriya min ew e ku em ê tola wan hevalan rakin. Bi taybet hevalên me yên ku bi destê PDK’ê bi rêbazên namerdane hatine şehîdkirin, wê ti carî ji bîra me neçin.
Bi rastî pêvajoya ku em tê re derbas dibin û bi taybet destpêka salê, li hember êrîşên dewleta dagirker, bi pêşengtiya hevrê Şoreş Beytuşebab, rê nîşanî me da ku em ê çawa dijmin hilweşînin û bersiva pêwîst bidin Pêngava ‘Dem dema azadiya Rêber Apo ye!’. Hevrê Şoreş li ser vî bingehî rih û coşek pir mezin da me. Niha jî weke berdewamiya vî rihî, şer û berxwedana li Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dike hêvî û coşek pir mezin di dilê gelê Kurd û dostên wî ava kir. Ji bo vê ez dikarim bêjim; wê berê min her tim li van nirxan be! Armanca min a sereke wê ew be ku ez bibim layiqê serokatiya xwe, nirxên ku hatine avakirin. Her wiha ji bo karibim tola hevrêyên xwe yên şehîd rabikim ez ê li ser piyan bimînim. Wekî ku Rêbertiya me gotî; ‘ez milîtanê qedera xwe teslîmî mirinê kiriye naxwazim, pêwîstiya min bi milîtanê jiyanê diafirîne heye’. Bi rastî dikarim bêjim ku di fêmkirina pir tiştan de, ez dereng mam, bi taybet li hember berxwedana Serok Apo ya ku ev 23’ê sal dewam dike, de em tewanbarin. Lê dîsa jî ez bi vê yekê bawerim; ez ê erkên xwe bicih bînin û bi vî awayî, ez ê hesreta dîtina Rêber Apo pêk bînim. Ez ê hemû hêrs û kîna di dilê xwe de veguherînim çeka tolhildanê! Bi kelecana rexnedayîneke bi wate, ez ê erka xwe bi serketî bi cih bînim. Li ser vê bingehê ez careke din li hember hevrêtiya lewaz, rexnedayîna xwe didim.
Bê Serok jiyan nabe!
An serketin an serketin!
Serketin a me ye!
JI SEROK APO RE
Min her tim dixwest ku bi hestên ku dibim layîqê we, ji we re binivîsim. A niha jî ez hêvîdarim ku ez ê bibim layîqê ewqas keda ku we li ber me ve dayî. Ez çi qasî bixwazim pênaseya kesayeta we bikim jî, ez dizanim ku ez ê pir û pir kêm bimînim Serokê min. Ji ber tişta ku we ji bo me kir, li cîhanê ti kesî nekiriye. Bi taybet dem di mijara jinê de em li nirxandinên we dinerin, mirov li hemberî nirxdayîn hezkirina we, xwe pir pir kêm dibîne.
Me kûraniya hezkirina we fêm nekir. Raste me hez kir rast e, lê ji xwe dipirsim, gelo min pêwîstiyên vê heskirinê bicih anîne? Dema ez bala xwe didim jiyana xwe ya şoreşgerî, baş dibînim ku li hemberî keda we ez pir lewaz mame. Wexta ku ez van rastiyan pênase dikim, êşa min zêdetir dibe. Me gelek caran we bi tenê hişt û destê we bihêz nekir. Ji ber vê sedemê ez niha pir xemgînim. Dizanim ku ez pir dereng dimînim. Lê ezê hemû erkên ku dikevin ser milê bin bikim bingeha rexnedayîneke ku bikaribe bibe layîqê we. Li ser vî esas ez di wê baweriyê de me ku ezê ji we re bibim hevrêyeke rast û wê hevaltiye lewaz ji holê rakim. Kêm be jî ez dixwazim ji dil û can rexnedayîna xwe bidim. Ez niha rexnedayînê di vê nameya xwe de dinivîsînim. Lê nizanim wê çiqasî cihê xwe bigre? Serokê min bi rastî ez bi hezaran hevok jî binivîsinim, ez bawer nakim ku ew ê bikaribe hezkirina min a li hemberî we pênase bike.
Tenê tîştek heye ku dengê hezkirina min û xwesteka rexnedayîna min bigihîne we, ew jî çuyîn û serxistina min a vê çalakiyê ye. Weke ku we jî pênase kirî “em mirov in, mirov bi rastî jî hebûneke mezin e û her tim di nava hebûnan de wekî hebûna herî bi rûmet e” Ji ber vê, pêwîste em di wateya rast de bibin mirov û xwe bigihînin asta heqîqetê. Ji bo ku ez her tim bibim parêzvana heqîqeta ku we nîşanî me dayî, ez vê sozê didim ku ez layîqê we bibim. Serkeftin wê ya me be!
Bê serok jiyan nabe!
Bijî hemleya dem dema azadiya Rêber Apo ye!
Bijî Serok Apo!
JI BO HEVRÊYÊN MIN ÊN JIN
Bi qasî rêwîtiya di oxira heqîqetê de, tiştek bi nirxtir nîne. Di vê rêwîtiyê de gelek berdêlên giranbuha hatine dayîn. Serokatiya me ji bo em bibin xwedî hebûn û em xwe nas bikin, xwe feda kir. Ev 23 sal in jî di bin şert û mercên pir zehmet de ji bo me kar dike. Dema ku ez van hestên xwe parve dikim pir diêşim, ji ber dema ez rastiya xwe di ber çavan re derbas dikim, dibînim ku ez ne li gorî asta daxwazên Serokatiyê me. Ji ber Serokatî ev pênase piranî caran ji bo me kiriye, “Li hemberî we ti astengî tine ne. Yekane astengî hun bi xwe ne.” Hêz û baweriya ku serokatiya me ji bo me jinan afirandî, bê mînak e. Û tişta ku dihêle ez niha pênûsa xwe bigrim destê xwe û vê yekê binvîsînim, ev ked û têkoşîna serokatiyê ye. Bi saya van hewldanên serokatiyê, em bûn xwedî kesayet û nasname. Serokatiyê wer kir ku em ji bo xwebûna xwe şer bikin û ji serdestiya 5 hezar salan rizgar bibin. Di nava ewqas zor û zehmetiyan de, tiştek bi hêsanî nayê bidestxistin. Ji xwe yê ku tekoşînê bi wate dike, hewldan, ked û şer e.
HEVRÊYÊN MIN EN HÊJA
Şopdariya xeta Bêrîtan û Zîlanan ji bo min serbilindî ye. Bi çeka PAJK’ê min xwe nas kir. Ji bo ez bibim layîqê serokatî û tevgera me ya bîrdozî PAJK’ê, wê yekane dirûşmeya min her serkeftin be. Ji bilî serkeftinê ez ê tiştekî din nas nekim! Cewherê jiyana ku serokatiya me avakirî xwe dispêre serkeftinê. Di oxira vê serkeftinê de lazime mirov canê xwe jî feda bike. Ji ber armanc her tim serkeftin e. Ji bo meşaleya li derdorê Serokatiya me her tim geştir bibe, pêwîste jina bi fikir û felsefeya serokatî mezin bûye, bibe mîna û pêşenga serkeftinê. Heval ez bawerim ku serkeftina vê çalakiyê wê karibe rexnedayina min bi wate bike. Ji bo vê armancê jî ez ê her tim têkoşîna wê bidim. Ya ji me hemû hevalên jin tê xwastin ev tişt e. Ji ber bi rastî jî tiştek li pêşiya me ne asteng e. Eger em bi vî rihê tevbigerin, wê serkeftin ya me be!
Bê serok jiyan nabe!
Bijî Serok Apo!
Jin jiyan azadî!
Serketin a me ye!
HEVRÊYÊN MIN ÊN HÊJA
Ji bo min pir bi wateye ku ez ê bibim hevêya ji we hez dike. Ji bo hezkirina hevaltiyê hîn bedewtir bibe, bi vê evînê ezê herim çalakiyê. Ti hest wek wê bi rûmet û bi wate tune ye ku mirov di rêya azadiyê de be.
Ji bo min cihê keyfxweşiyê ye ku ez aniha dikarim hezkirin û bêrîkîrîna xwe ji we re pênase bikim. Tişta herî xweş a ez hîs dikim, ez ê di rêya azadiyê de, ji we re bibim rêhevaleke ku her tim ji dil û can ji we hez kir. Ji bo ez bibim layîqê nirxên rêhevaltiyê ez soz didim ku ez ê xwe bi serkeftinê re bikim yek. Ez dixwazim vê bêjim ku yê min gihandî vê astê rêhevaltiya me ye. Raste me pir caran hevdu êşand û me pir caran dilê hev hişt, me hevdu rexne kir. Lê ev hemû nîşaneya hevaltiya rast in. Ji bo hezkirina xwe pêwîste em mekanîzmaya xwe ya rexne û rexnedayinê ji bîr nekin. Eger em ji bîr bikin wê demê rêhevaltiya me wê lewaz bimîne. Serokatiya me vê dibêje; “piştî ku em bûne hevrêyên rast, ez ê ji bo rêhevaltiyê her cure hewldanê raber bikim, ji bo me têkiliyên rêhevaltiyê pir pêwîst in, dema ku ev têkilî nebin, doza partî pir zêde pêş de naçe.” Rêhevalên min ên hêja ev 44 sal in partiya me ji bo rêhevaltiyek layîqê Serokatî û layîqê gel bibe, di vê rêyê de pir berdêlên giranbuha hatine dayîn. Serokatiya me ji bo me her tişt kir. Ji bo ku ji îro û pê de jî ev nirx were parastin û hîn behtir xurt bibe, pêwîste em xwe di her mijarê de xurt bikin, xwe bigihînin asta ku Serokatiya me digot ; “Hûn dil û fikir bikin yek.” Jiyana li gorî vê hişmendiyê wê bihêle ku kes nikare êrîşî rêhevaltiya me bike û wê kes nikaribe di bin navê rêhevaltiyê de, rastiya me bêwate bike. Wexta ku her hevalek me xwe kûr kir, emê bikaribin rexnedayîna xwe ji Serokatî re bidin, emê bêjin ku kes nikare rêhevaltiya me bêwate bike. Heval ez naxwazim bêjim ku ez ê niha dawî li nameya xwe bînim, ji ber ku ez nikarim gotina ‘’dawî’’ bi lêv bikim. Ji ber di hevaltiya me de tiştek bi navê ‘’dawî’’ tuneye. Her tim jiyan tê de heye, dibe ku niha hevokên min bi dawî bibin, lê ez her tim bi we re bim. Ji bo jiyana azad, ezê her tim di serkeftinê de bi bîryar bim. Ez soz didim ku wê serkeftina vê çalakiyê bibe nîşaneya hezkirina min ji bo we. Ji ber hemû kêmasiyên min ên di mijara hevaltiyê de ez rexnedayîna xwe didim. Hêvîdarim ku hun jî vê rexnedayîna min bipejirînin.
Bijî hevrêtiya rast!
Bijî Serok Apo!
JI BO GELÊ WELATPARÊZ
Gelê min ê hêja ez pir serbilindim ku ez weke jinek Kurd ji dayîk bûme û niha ji bo we têdikoşim. Di rastiya dîroka gelê Kurd de pir lehnegiyên mezin derketine holê. Ji bo gelê Kurd hebûna xwe, çand û zimanê xwe biparêze pir berdêlên giranbuha dane. Niha jî weke berdewamiya vê çandê, keç û xortên Kurd li her deverê dîrokê dinivîsînin. Yê ku hişt dîroka gelê Kurd û dengê gelê Kurd were bihîstin, ê ku gelê Kurd ji xewa giran şiyar kir û hişt bibe xwediyê doza hebûnê, ked û hewldanên Rêber Apo yên bêhempa ne. Ji ber Serokatiya me êrîşên li ser gelê Kurd weke êrîşên li ser giştî mirovahiyê pênase kir. Ji bo vê di şexsê gelê Kurd de serxistina têkoşîna azadî û demokrasiyê wê bibe para hemû cîhanê. Wê hemû gelên bindest karibin ji serkeftina me sûd werbigrin. Wexta ku em serbikevin jî em ê ji bo mirovahiye tiştekî pir bi wate bihêlin. Gêlê min ê hêja; qehremantiya ku hûn li her deverî nîşan didin ji bo min çavkaniya hêzeke pir mezin e. Dilsozî û têkoşîna we dihêle ku ez her tim xwe li ser piyan bigrim. Bi coş û kelecana “di şer de serkeftin, di jiyanê de azadî!” em ê her gavê bi Serokatiya xwe re bijîn.
Bê Serok jiyan nabe!
Bijî şerê gel ê şoreşgerî!
Serketin wê ya me be!
Silav û rêzên Şoreşgerî
05.11.2021
Rûken Zelal