NAVENDA NÛÇEYAN –
Ji Dahorandinên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan…..
Pêwîste hinekê pirsgirêkên sosyalîzmê yên veguhertina hêzek polîtîk bên dîtin. Jixwe heta ku ev pirsgirêk neyên dahûrandin, ji nû ve damezirîn negengaze. Weke di her bîrdoziyê de dibe, bêguman dê sosyalîzm jî rast nêzî pirsgirêka desthilatî bibe. Wê bîrdozî bixwazin di dewletbûn, desthilatdarî û civakan de cîh bigirin. Ev xwezaya wane. Lê pirsgirêk wê ev heta kur û çawa be. Lewma kes nikare sosyalîzmê tawanbar bike ku dixwaze bibe dewlet. Elbet wê ji bo berjewendiya kedkaran bixwaze bibe dewlet. Jixwe yek ji peywirên wê yên bingehîn jî eve. Lê belê ma her tişt bi dewletbûnê ve çareser dibe? Vaye di vir de pirsgirêk derdikevin holê. Sosyalîzm bi dewletbûnê nagihe armanca xwe. Ya herî rast dewletbûn weke armancek sosyalîzmê ya hêsan bê hizirîne. Hinek armancên sosyalîst hene û bi destê dewletê pêk tên. Ji bo çewsandina paşverûtî û valederxistina xeteriyên emperyalîzma
derve, dewlet hewce ye. Lê belê her tişt ji dewletê payîn, wê sosyalîzmê ji rê derbixe. Jixwe ev dibe rewşek weke her tişt ji xweda hêvîkirinê. Ol jî di destpêkê de watedarin û bersivê didin pêdiviyên balkêş. Dewletek bi ol jî destpê dike û dibe dewlet. Bes paşê yek derdikeve, ol tenê bi xweda ve rave dike û dibêje; “Ez siya Xwedê me.” Vaye dibe siltanek monarşîk û dîktayek nehatiye dîtin. Sosyalîzm jî dişibe vê. Pêwîste bibe dewlet û di destpêkê de jî demokratîke. Piştre li ser her tiştî sekreterek giştî û bi “enternasyonalîzmê” re di asta cîhanî de bû rêberek!
Her tişt bi dewletê re çêbû û di encamê de sekreterek giştî ya ketî dewsa Xwedê yan jî bîroya wê ya polîtîk derket holê! Vaye jirêderketin wisa ye. Deka vêca li ser vî bingehî em li nava xwe binêrin: Hinekê raye digire destê xwe kuştin jî di navê de, li ser her tiştî hukum dike. Ev di şênberiya ku di nava me de tê jiyîn re diyarkirin, ji bo dema bîrdoziyek dibe desthilat xeteriyên wê çine dibêjin. Ev li Sovyetan pir berfireh hat jiyîn û tişta ku ji vê re jî rê vekir hinekê pêkanên destpêkê yên sosyalîst bûn.
Ya rastî li Sovyetan ya destpêkê hatî pêkan, kiryarên sosyalîst ên wehşî bûn û beriya wê jî ti mînakên wisa nîne.
Dema hinek bandorên din jî bi ser kesayeta Stalîn ve tên servekirin, dewlet wisa nepixand û sosyalîzm bi polîtîkaya hundurderve û aboriyê ve sînordar kir. Encama ku derket, encama “sosyalîzm nabê” bû. Vaye nîqaşên sosyalîzma nû wisa dikare bi polîtîkayê re têkilhev bê destgirtin. Pêwendiya sosyalîzm û polîtîkayê, pêwendiyên sosyalîzm û
dewletê berê jî dihat destgirtin. Di dema Lenîn de jî mijara desthilatî, dewletê û pirsgirêka demokrasiya qewmî hat destgirtin û pir jî li gorî esasê çînayetî çareseriyên guncav hatin dîtin. Ev li gorî dema xwe polîtîkbûnek pir girîng bû û xeyalên rizgariya mirovahiyê bû. Bi qada rakêşweriya mezin a ava kirî re, baldariya mezin a li hember sosyalîzmê, di tevahî sedsala 20. de berdewam kir. Ev çima wisa bû? Çi ji aliyê bîrdozî, çi jî polîtîk ve, bi rastî jî
cîhanek mezin ku bida mirovahiyê hebû. Her wiha bi qasî xeyalê wê, rewşa pêkana wê jî dibû, lê ji rê hat derxistin.
Çawa ji rê hat derxistin? Her tişt ji bo berjewendiyên Sovyetê. Di nava berjewendiyên Sovyetê de her tişt ji bo berjewendiya Rusya. Di nava berjewendiya Rusya de her tişt ji bo brokrasiyê. Di nava birokrasiyê de her tişt ji bo
berjewendiya partiyekê. Di nava wê de jî her tişt ji bo berjewendiya navend, nivîsgeha polîtîk û sekreteriya wê bû. Di encamê de xwestin hemû mirovahiyê di xizmeta yek komê de bidin bazdan. Xwestin sosyalîzmê wisa bikar bînin, lê vekirî bû dê ev wisa nemeşe. Jixwe cewhera sosyalîzmê jî berovajî vê bû û lewra hilweşîn jî lez çêbû. Ev jî bi şêweyek ku kes ne li bendê bû û ferq nekirî de pêş ket. Ji ber ku pêşketinên hatîn jiyîn pir berovajî cewhera sosyalîzmê bûn, ev tiştek tê fêmkirine. Lewra divê mirov şaş nemîne ku çima di rojekê de hilweşiya. Ji ber ya xwezayî jî wisa pêkhatina wê ye. Di vê navberê de em vê jî bêjin, dîktaya wê jî pir çewsîner bû. Ev jirêderketin pir xeternak bû. Di nava me de jî destpêkê yek kes ne ti tişte, lê dema rayeya partiyê digire dibe cinawirek. Min di pratîka me de sedan kesên wisa dît. Ev li Sovyetan hinek din bi nûjentî û gelemperî çêbû. Di vê rewşê de ya hewce, bi bîrdoziya sosyalîst ve pêwendiya hêz û raye, pêwendiya polîtîk pir saxlem destgirtine. Dikare çawa saxlem bê destgirtin? Pir baş raçavkirina safîtiya bîrdoziyê ve dibe. Divê bîrdozî bi polîtîkayê ve xirab nebe.
Pêwîste polîtîka nebe amûrê berjewendiyên çînek teng an jî berjewendiyên komekê –heta weke niha tê jiyîn ne ji bo berjewendiya çînayetî jî-, kesî û hinekan. Ji ber vê çi hewce dike? Hêmanek bîrdozî hewce dike. Îro li Îrana ku em qet naecibînin, dibêjin rejîma meleyane jî, saziya Ayetullah heye. Hêza wî ya ku bikare hêza herî polîtîk a mezin Şah jî hilweşîne hebû û hemû hêza wî bîrdozî bû. Ya rastî “Ayetullah” hêmanek bîrdozî ye. Ayetullah karên xwe bi bîrdoziyê birêve dibe û jixwe niha jî dikarin heta dawî bi bandor bin. Vaye di sosyalîzmê de ev tine bû. Hêmana bîrdozî, çi bi çapemeniyê, çi berdevkiyê, çi jî îdeologên xwe ve girîngiya xwe winda kirin. Îdeolog bûn papaxanên dewletê yên ji rêzê û li Sovyetê gotin; “Berjewendiya hundurîn eve, berjewendiya derve eve”, bang kirin ku her kesî bikin amûrê derewan. Bi vî rengî bîrdozî jî bi îxanetê re rûbirû ma. Lê em dizanin ku sosyalîzm xîtabî hemû mirovahiyê dike. Jixwe Ayetullahên Îranê jî dibêjin; “Em Îslamê ne tenê ji bo Îranê, ji bo hemû mirovahiyê dihizirin” û ev jî deng vedide. Li Sovyetan jî pêşî enternasyonalîzm ji bo hemû mirovahiyê bû, lê paşê bi temamî veguherî berjewendiyên Sovyetê, berjewendiyên Rusya yan jî berjewendiyên komekê.
Ji bo pêşîlêgirtina vê misoger pêwîstî pê heye ku hem di asta netewî hem jî nav-netewî de mirov bi bîrdozî be. Hat xwestin ku vê bi enternasyonalîzmê re çareser bikin û enternasyonal hatin damezirandin. Lê mixabin dîsa jî nekarîn ezmûna Sovyetê ji vê encamê rizgar bikin. Nabêjim di vê mijarê de qet rol nelîstin, bes encam jirêderketin û hilweşîna wê bû. Nexwe hewce dike ferqa wate û pêwîstiya bîrdoziya sosyalîzmê ya ji polîtîkayê derbixin holê. Divê ji berjewendiyên dîktator û koman re nebe amûr, bikare di kesayetên kedkaran de ji bo pêşeroja hemû
mirovahiyê rol bilîze. Pêwîste sosyalîzm her tim girêdana xwe ya bi dîrokê, pêşerojê, xeyalan, zanistî, asta pêkanê, bi hedefên pêşketinên pêşbîniyan re bihizire, nîqaş bike, raçav bike û bi vî rengî jî di xetek ku bikare rola
mejiyek rasteqînî bilîze de be. Weke hêmanek ku ne girêdayî netewekê, berjewendiya çînek tenge, girêdayî çînên nûnerên kedê ye – heta ku mirovatî eleqedar dike yan jî mafê wane, pêşketinên di kesayeta van de rû bide bên saxlemkirin-, girêdana xwe ji ramanek çînî qut nake weke hêmanekê xwe pêş dixe. Divê weke hêmaneke dihizire ya rastiya netewî paşçav nake, lê xwe di nava berjewendiya netewî de jî nexeniqîne, adil nêzî her netewî dibe –ji vê re tê gotin her netewek bikare çarenûsa xwe bi xwe diyar bike-, dîsa demokratîke. Dîktatoriya weke berjewendiya komekê nabîne, dewleta ku dîktatorî û amûra desthilatiyê ye, ji bo hêmanên mêtîngerî yên bê maf ji holê bên
rakirin, bi şêweya ji nû ve vesazkirinê veguhertina wê esas digire. Mîna vê gelek fikrên bi tenduristî dihizire, proje û hîmên wê yên exlaqî esas digire û kar dike. Mirov ne tenê bûyerek pêşveçûnê ye. Di sosyalîzma pêkhatî de di
bin navê pêşbaziya bi kapîtalîzmê re mirov veguhertina heywanê ku her tim dixwe û vedixwe. Jixwe di hilweşîna Sovyetê de her kes dibeziya dikanan. Heta di vir û wira xwe de heyberên zad dagirtin, bibû xisletek bingehîn a mirovê Sovyetê. Belê, pêşketina aborî hewce dike, lê ger tu di çavên mirov de bînî asta ku bêje; “Xwarin û vexwarinê bixim vir û wira xwe de, zêde bigirim” û veguherînî heywanbûnê, ew ne sosyalîzme.
Vaye astek dilşadiyê ya ji bo sosyalîzmê hewce heye. Ya rastî di ol‟an de dibêjin; “Mirov bi temamî dilşad dijî, li gorî rêgezên pîroz dijî.” Lê her çendî tevahî ne wisa be, di rastiyê de dilxweşî şertê sereke ye. Jixwe dema te hewl da mirov zêde bi heyber têr bike, ti carî têr nabe. Vaye wêrankariya xwezayê, rizandina civakê, penceşêriya
mirov, ji ber van qalibên civaka tine û xilas dike ye. Îro li Ewrûpa civatên pêşketî yên xerckirinê, welatên pêşketî yên
kapîtalîstê ne. Hinde ketine asta civata xerckirinê, êdî xweza li ber xwe nade. Weke êdî cîhan jî ji qalibên van civatên xerckirinê re tenge, hêjî didome. Yek din jî penceşêr serve zêde dibe. Penceşêrbûn di wateya rasteqîn de bi qasî nexweşiya penceşêrê ye, weke din jî penceşêriya giştî heye. Weke vê gelek nexweşiyên netewî pêş dikevin. Di encama vê de nexweşiyên weke penceşêr û AIDS ên lêvegirtî derdikevin holê. Ev hemû çavkaniya xwe ji xerckirinê digirin. Vaye tinekirina cînseltî jî rê ji AIDS re vedike. Ew jî nexweşiyeke û ji ber qalibên civaka xerckirinê pêş dikeve. Ragêşî, bêhntengî û yên weke van tên avakirin, bêguman rê ji van re vedike. Heta hêjî nexweşiyên nû pêş dikevin. Ji ber ku hêza mirov a li hember van qalibên civaka tinekirinê ya li ber xwe dayînê hatiye tinekirin.
Tiştên wisa di hinek qonaxên dîrokê yên din de jî hebûn. Weke Weba (nexweşiyek ji lawiran vedigire), gelek nexweşiyên wisa dem bi dem hatine dîtin ku bi berfirehî vedigire. Ev hemû misoger bi xistina civakê ve girêdayîne. Dema hêza li ber xwe dayînê tine dibe –jixwe ev jî hêza dilxweşiyê ye-, mirov têk diçe. Miletê me jî bi temamî weke penceşêrê ye. Ji ber ku hêza wê ya berxwedan û dilxweşiyê hatiye rûxandin. Lewra her cure nexweşî tê jiyîn. Jixwe ji bo em bikarin ji mirovan re bêjin mirovên bi tenduristîne, hezar govan hewce dike. Bi rastî jî ez hemûyan bi nexweşî dibînim û hemû şoreşgeriya xwe jî ji bo vê nexweşiyê venegrim dimeşînim. Hûn min bikujin jî, qet nikarim weke wan mirovan bijîm. Ji aliyê dilxweşî, ruhî ve nexweşin, fîzîkî nexweşin. Lewra aliyek wan a bê destgirtin nemaye û belengaz bûne.
Ti jiyana wan a bi tenduristî nîne û dilxweşî sifire. Jixwe çand û zimanê wî hatiye wêrankirin û tine bûye. Niha di civakek evqas nexweşî dijî de ger tu bêjî; “Dikarim bijîm”, te xwe ji rê derxistiye. Vaye pirsgirêkên bingehîn evin û evê çawa bi sosyalîzmê bên derbaskirin dikeve rojevê. Pir vekiriye ku dê weke ya di nava sosyalîzma pêkhatî de neyê derbaskirin. Ger tu weke ya di nava kapîtalîzmê de hewl bidî tenê zikê xwe têr bikî, wê tu mirov ji mirovê
ku kapîtalîzmê ava kirî şûndetir jî veguherînî bûnewerekî. Ev rastî di sosyalîzma pêkhatî de derketiye holê. Elbet tu dilxweşiyê bişkînî, demokrasiyê pêş nexî, wê mercên ji kapîtalîzmê paşketîtir derbikevin holê û te jî li paş xwe bihêle. Sedema vê ya herî bingehîn, weke me gotî, ji ber sosyalîzma pêkhatî demokrasî û dilxweşî pêş nexist û qalibên tinekirinê yên kapîtalîzmê derbas nekir lewma wisa çêbû. Xwezayî berovajî bîrdoziyê ketiye. Bîrdoziya sosyalîst misoger normên kapîtalîzmê ji bo mirovahiyê esas nagire. Nikare bêje; “Kapîtalîzm evqas dide, ez ê jî evqasî bidim.” Wê tu hinek tiştan qet nedî, hinek tiştên neyî jî bidî. Kapîtalîzm derdor qirêj dike, xwezayê qirêj dike û civakê dike penceşêr. Wê tu jî çareyên rê li vê digire peyda bikî. Nexwe di bin navê “Ji kapîtalîzmê zêdetir dihilberînim” de tu xweza û derdor qirêj bikî, dilxweşî û demokrasiyê bixeniqînî, weke ku ev ne sosyalîzme, nikarî bibî karîkatorê wê jî û jixwe derket holê ku nikare wê jî bike. Misoger pêdivî bi sosyalîzmê heye.
Di destpêkê de, weke di serdema koletî û serdema navîn de bûyî, di roja me de jî ger ji çîna mêtînger a serdest û nûnerên wê re bimîne, weke me beriya niha gotî dê cinawirên ku derbikevin holê, ji yên serdemên destpêkê xirabtir ku neyên muqayesekirin pêş bikevin. Jixwe ev cinawir ji niha ve di nava kar de ne û mirovatiyê dikemirînin.
Ji ber vê pêşî çawa mamoste dibêjin; “Çareseriya li hember kapîtalîzmê sosyalîzme” pir bi îdîa û dilxweşiyek mezin ve di nava jiyanê de cîh digirin û şerê wê dimeşînin, wê tu jî heman şêweyî bijî. Di roja me de li hember vê cinawirbûnê wê bi sosyalîzmek hîn xurtir bersiv bê dayîn. Ev bersivek çawa ye? Elbet bersivek dikare pir rehet bê dayîne. Ji ber neku tinekirin û wêrankariya kapîtalîzmê nayên derbaskirin. Lê pêdiviya vê jî bi têkoşîn û heta têkoşîna dilxweşiyê heye. Ji nû ve rêxistinbûn, bername û nîqaşên vê yên berfireh hewce dikin. Nexwe gotinên weke; “Sosyalîzm hilweşiya û îflasa wê jî hat selmandin”, jixwe dibe êrîşa bîrdozî ya kapîtalîzmê û ya niha berfireh
tê meşandin jî eve.
Ji bo kapîtalîzm mehkumiyeta xwe ya ji aliyê sosyalîzmê ve veguherîne bê tawaniyê, di nava hewldanek mezin de ye. Ya rastî di tevahiya sedsala 20. de darezînên giran derbas kir û hat mehkumkirin. Di rastiyê de ne zehmete ku neyê derbaskirin. Bes ji ber şaşiyên ku tên zanîn û hinekê jî ji ber hêj tam serdema wê nehatî ev mehkumiyet bi derbaskirinek tam a kapîtalîzmê ve encam nebû û hinek din temenê kapîtalîzmê dirêj bû. Lê bila ti kes nehizire ku temenê kapîtalîzmê weke destpêka sedsalê zêde yan jî bi tenduristî ye. Berê gotina weke; “Kapîtalîzm berê bigihe dawiya sedsalê wê bê derbaskirin û emê bigihin komînîzmê jî” şaşî û fişalbûnek bû. Ya rastî ev şêweyek jirêderxistina xeyalekê bû. Ji ber ku ji aliyekê ve sosyalîzma pêkhatî di rewşa paş kapîtalîzmê de bû, ji aliyê din ve jî
îdîa dikir ku komînîzm damezirandiye. Mirov dikare vê jirêderketin û fişalbûnê di rastiya sosyalîzmê de bibîne.
Ya rastî bi kapîtalîzmê re têkoşînek demdirêj tê xwestin. Mamosteyan digot ku wê ev têkoşîn sedî salan bidome, bes wê dîroka kapîtalîzmê jî nêzî hezar salî be. Dîroka pêşketina sosyalîzmê bila çend hezar sal bikişîne. Divê em
xwe ji vê nedin paş. Ji ber ku her tişt di çend deh salan de hewandin, di dîroka sosyalîzmê de negengaze.
Lê belê ji ber ku ev wisa ye em nikarin li hember kapîtalîzma roja me bê bîrdozî yan jî bê têkoşîn, bê şerê wê yê desthilatî derbas bikin. Bes têkoşîna emê bimeşînin jî di derbarê wê heta kur û çawa bin de jî pêwîste em şêweyên wê yên bingehîn û taktîkên wê peyda bikin. Ji bo vê jî nîqaşên sosyalîzmê yên rojaneyî hewce dikin. Divê ev
nîqaş pêşî pirsgirêkên ku kapîtalîzmê li ser mirovahiyê ferz kirine bigire dest. Ango pêdivî bi nîqaşek ku di serî de li ser netewên bindest, mirovahî, çînên bindest ber bi hilweşînê ve dibe, temamî xwezayê wêran dike, heta pêşveçûna civakên kapîtalîst ên di nava xwe de jî temamî wêrankarî pêk tîne pêşî lê bê girtin heye. Bi kurtasî ya divê di roja me de bê kirin, piştî hilweşîna sosyalîzma pêkhatî nîqaşek berfirehe. Ango qonaxek qediya, dikare qonaxek çawa bikeve dewsa wê? Divê ev bi nîqaşan bên ronîkirin. Bal bidinê, di dîroka sosyalîzmê de nîqaşên mezin hene. Di Misilmaniyê de jî nîqaşên Elewî-Sûnî hinekê dişibin nîqaşên sosyalîzm û kapîtalîzmê. Sûnîtî di tevahî dîrokê de weke şêweyek dewleta fermi û serdest Elewîtî çawa çewsand, veguherand mezhebekê û wê mezhebê jî xwe siparte çiyan, di roja me de jî sosyalîzm ji aliyê kapîtalîzmê ve wisa hat çewsandin. Kirin mezheb, ji qîmet xist û bi hukmek nayê jiyîn ve xwest şanî civakê bike. Vaye di wateyekê de ku em dikarin bêjin sosyalîzma Îslamê çawa dixwazin Elewîtiyê jî, bi dewletê ve girê bidin, ji cewhera wê ya şoreşgerî vale derbixin, bi heman şêweyî êrîşa kapîtalîzmê ya li hember sosyalîzmê jî wisa heye. Kapîtalîzm bi vê êrîşê ve çend çeperan desteser dike û bi vê re jî dixwaze sosyalîzma heyî bi xwe ve girê bide. Ya rastî hinekê girê jî daye. Mînak li Tirkiyê hemû qadroyên sosyalîst ên kevin di xizmeta kapîtalîzmê de ne, heman weke hinek nûnerên Elewiyan didin bazdan. Heta dixwazin di nava PKK‟ê de jî hinekan ber bi xizmeta dewletê ve bidin bazdan. Ev rewş di tevahiya dîrokê de wisa bû û di roja me de jî wisa ye. Lê belê ji ber ku wisa ye, çawa em nikarin aliyên Şoreşa Îslamê yên li hember zilmê û mêtîngeriyê ji nedîtî ve bên, aliyên sosyalîzmê jî di asta gerdûnî de yên li hember mêtîngerî û zilmê û heta li hember xeteriya ku mirovahi yekpare bi xeternakiyê re rûbirû ye ji nedîtî ve bên. Di vê rewşê de teqez karên ku bên kirin hene.