KOBANÊ- Bi dirûşma ‘Ji bo azadiya Rêber Apo, werin cenga azadiyê’ ciwanên PYD’ê li Kobanê dest bi çalakiyeke pirtûkxaneya gerok a hefteyekê dewam bike, kirin.
Ev çalakî bi dirûşma ‘Ji bo Azadiya Rêber Apo, Werin Cenga Azadiyê’ îro ji Kobanê destpê kir.
Di pirtûkxaneya gerok de pirtûk û broşorên ku raman û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li xwe digire, li ser ciwan û welatiyan tê belavkirin.
Her wiha di dema çalakiyê de dahûrandinên Ocalan ên li ser rastiya dijmin, dagirker û şerê gel ê şoreşgerî jî tê guhdarkirin.
Pirtûkxane bi posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên gerîlayên bi çekên kîmyewî şehîd bûne û alên tevgera ciwanan û PYD’ê hatin xemildandin.
Pirtûkxane wê li kobanê û gundewarê wê bigere.