TEBQA- Xwepêşandanê ji qada taxa yekem a bakurê Tebqayê dest pê kir. Bi sedan jin û nûnerên saziyên sivîl û leşkerî, her wiha hin rêveberên Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Tebqayê beşdarî xwepêşandanê bûn.
Jinan alên Yekitiya Jinên Ciwan, wêneyên rêber Ocalan û pankartên bi nivîsên “Gerîla rûmeta me ye”, “Tolhildan soza me ye û serkeftin dirûşma me ye” hatin bilindkirin.
Xwepêşandêr ber bi navenda Yekitiya Xwendekarên Demokratîk a li taxa duyem ve meşiyan. Dirûşmên ku berxwedana rêber Abdullah Ocalan û hêzên gerîla silav dikin, her wiha sloganên “Tolhildan, Gerîla me diparêze û em gerîla diparêzin”, “Bijî berxwedana gerîla” û “Bijî berxwedana jinan” berz kirin.
Xwepêşandan li pêş navenda xwendekaran veguherî mitîngê. Di mitîngê de, ji rêveberên Yekitiya Jinên Ciwan a Tebqayê Îslam Ebas daxuyniyek da raya giştî.
Daxuyanî wiha ye:
“Yekitiya Jinên Ciwan a Tebqa û gundewarên wê, xwe li ser ramanên rêber û fîlozof Abdullah Ocalan ava kir. Her wiha xwe, armanc û rêya xwe jî li ser heman fikirî bi rêxistin kir. Rêber Ocalan fikirê xwe ji bo azadî, edalet û aştiya hemû gelên cîhanê pêşkêş kiriye.
Ev fikra ku stûna wê ya sereke projeya neteweya demokratîk û biratiya gelan e, bi saya vê projeyê û têkoşîna Hêzên Parastina Gel û fedakariyên wan, me dikarî em destkeftiyên projeya Neteweya Demokratîk biparêzin.
Bi saya fedakariyên gelên herêmê û hêzên parastina rewa, me xaka xwe ji vê hêza tarî wek çeteyên DAIŞ û yên din rizgar kir. Îro jî dewleta Tirk a dagirker ji bo ku tola têkçûna rêxistinên xwe yên terorîst hilîne, êrişên terorîst li dijî gelên herêmê pêk tîne.
Li pêş çavên hemû cîhanê, di êrişên xwe yên li dijî şervanên gerîla de çekên kîmyewî bi kar anîn. Ev jî bû sedema şehadeta 17 şervanên gerîla parêzvanên gel.
Li hember van sûcên li dijî mirovahiyê, me wek Yekitiya Jinên Ciwan komeke çalakî li dijî destdirêjiyên dewleta Tirk û bêdengiya navneteweyî dest pê kiriye. Ew jî di bin dirûşma “Tolhildan” da ku peyamên me bighêjin tevahiya cîhanê.
Em ê vê hemleya xwe bidomînin heya ku dengê me bighêje wijdanê hemû gelên cîhanê û ji vî sûcê ku ne aqil, ne ol û ne wijdan qebûl nake, hesab bipirsin.”