HAMBURG – Jinên ciwan û ciwanên ji TekoJIN û TCŞ Hambûrgê di 8’ê Mijdarê de lîstika futbolê ya li Hambûrgê bi kar anîn û girêdana xwe ya bi berxwedana Kurdan a cîhanê û Kurdistanê re nîşan dan.
Di navberê de pankartên mezin ên bi nivîsa “JIN JIYAN AZADΔ, “LI KURDISTANÊ ÇEKÊN KÎMYAMÎ BIDE SEKINANDIN” û “#NOFLYZONE4ROJAVA” gelek bal kişand ser xwe. Alên Partiya Karkeran û Rêberê Partiyê Abdullah Ocalan (ku 23 sal in di encama komploya navneteweyî de di bin tecrîdê de ye) hatin daliqandin.
Ciwanan piştgiriya xwe ya bi gelên bindest ên Rojhilat re nîşan dan û dan xuyakirin, ku ew dizanin ku têkoşîna azadiya jinê bi kûrahî bi têkoşîna gerîla girêday ye. Ji bo we ciwanên jî bi taybet li Başûrê Kurdistanê, li herêma ku dewleta faşîst a Tirkiyeyê êrîşên bi gaza jehrî lê pêk tîne, piştgirî dan berxwedana gerîlayan.
Di çalakiyê de jinên ciwan û ciwanên TekoJIN û TCŞ’ê dan xuyakirin, ku erka her kesekî azadîxwaz û demokrat e ku balê bikişîne ser van binpêkirinên mafen mirovan û diyar kirin, ku ciwanên Kurd erka xwe dizanin û her kesî baldar dikin ser wî rewşe li hember bêdengiya reya giştî.
Dawiyê de jinên ciwan û ciwanên TekoJIN û TCŞ gotine:
“Bibin dengê ew en kû nayên bihîstin. Bîranîn bi wî watê yê çalakî, berxwedan jiyan e. Werin Cenga Azadiyê!”