KOBANÊ – Ciwanên PYD’ê li Kobanê 7’ê Mijdarê bi dirûşma ‘Ji bo Azadiya Rêber Apo, Werin Cenga Azadiyê’ bi çalakiya pirtûkxaneyeke gerok raman û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser şerê gel ê şoreşgerî, rastiya dijmin û dagirkeriyê li xwe digire, belav dike.
Pirtûkxaneya gerok ev 3 roj bûn li Kobanê digeriya, hem pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan belav dikirin û hem jî dahûrandinên wî bi rêya deng her cihê diçûnê dida guhdarkirin.
Pirtûkxane di roja 3’an de dest bi gera xwe ya li gundewarên Kobanê kir.
Eleqeyek zêde ya ciwan û xelkê herêmê ji pirtûk û ramanên Ocalan re heye.
Li bendê ye ku sibe pirtûkxane sibe li xeta çelebiyê bigere.