KOBANÊ- Malbatên Şehîdan ê navçeya Qenaya ya dikeve rojavayê kantona Kobanê li ber avahiya meclisê kom bûn û daxuyanî da.
Endama Komîteya Ciwanan a Meclisa Malbatên Şehîdan Wela Ehmed daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî yên qedexekirî yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bêdengiya hêzên navneteweyî, rêxistinên mafên mirovan ên li hemberî van hatin şermezarkirin.
Her wiha tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan hat şermezarkirin û wekî berdewama komploya navneteweyî hat nîşandan û hate gotin, tevî ku CPTʹê serdana girtîgeha Îmraliyê kir lê tu agahî li ser rewşa rêber Ocalan neda.
Di daxuyaniyê de bang li rêxistinên hiqûqî hat kirin ku li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker bêdeng nemînin.