Hewraman– Înîsiyatîfa Ciwanên Apoyî ya herêma Merîwanê ji bo piştgiriya şoreşa jinê û tola şehîdên şoreşê bangewaziyek bi dîmen ji ajansa Nûçe Ciwan re şand.
Bangawaziya ciwanên Apoyî yên herêma Hewramanê ji ajansa me re şandî wiha ye:
“ ‘Em li Rojhilata Navîn hinek di û hinek zindanan de, hinek li kolanan û hinek jî di deryayan de tên kuştin. Heta lûtkeyên çiya jî wê tola tenêtiya xwe ji me hilînin, ji ber ku fedakarî erka me ye.’ Ev peyama dawî ya Komar Daruftad ku li ser tevna civakî ya îstegramê belavkirî ku xortê leheng e ku di serhildanên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de ji aliyê hêzên ewlehiyên faşîst a rejîmê ve şehîd bû. Em ji malbata vî şehîd re sersaxiyê dixwazin. Em ciwanên Apoyî yên herêma Hewramanê dê li qadan piştgiriyê bidin ciwan û jinan. Em soz didin şehîdan ku rêya wan rêya me ye. Ew serbilindiya şoreşê ne. Em di hilweşandina rejîma Îranê de îsrar dikin. Em xwe îradeya herê bihêz dimeşînin û sonda tolhildanê dixwin. Me kirasê wêrekî û kirasê tolhildanê li xwe kiriye. Di vê dema şoreşê de ti partî, meclis û kom nikarin pêşiya me bigirin û me li ser xeta xwe ya rast îsrar bikin. Em ê ji bo hilweşandina rejîma darvekirin a Îranê hewl bidin. Divê di navbera hemû hêzên ciwanan de yekîtî çêbibe. Ji bo ku mirov ji her malbatê bê cudahiya çînî tevlî vê şoreşê bibin. Bi dengê şoreşê, bi dema şoreşa jiyanê re îro roja şoreşgeran e û ev rê didome. Yek vebijarka me heye; an bi ser bikevin an jî bi ser bikevin.”