NAVENDA NÛÇEYAN- Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Rezan Sarica, Raziye Ozturk, Faîk Ozgur Erol û Emran Emekçî serlêdana hevdîtinê kirin.
Parêzeran ji bo bi muwekilê xwe Abdullah Ocalan ê ev 19 meh in agahî jê nayê girtin re hevdîtinê pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Parêzer ji bo bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin hefteyê du caran serî li saziyên pêwendîdar didin. Lê daxwaza hevdîtinê bi awayekî sîstematîk bêbersiv tê hiştin. Carnan bi mehan şûnde, diyar dikin cezayê disiplînê dane Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji ber vê nikare hevdîtin bike.
Herî dawî piştî qedexeya hevdîtina bi Abdullah Ocalan a 13’ê Nîsanê ku di 18’ê Cotmehê de bi dawî bû, hat zanîn ku ev qedexe 6 mehên din jî jixweber hatiye dirêjkirin.