KELAR- Ji ber nêzîkbûna 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Dijî Şîdeta Ser Jinê, ji aliyê Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer li Kelarê pirtûkxaneyek gerok hat danîn.
Li navçeya Kelar a navenda îdareya Germiyanê ji ber nêzîkbûna 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Dijî Şîdeta Ser Jinê, ji aliyê Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer ve pirtûkxaneyek gerok hat danîn.
Di nava pirtûkxaneya gerok de pirtûkên wek; Jineolojî, Sedsala 21’an sedsala jinê ye, kuştina zilamtî, Jiyana min hertim têkoşîn bû û hin pirtûk û broşorên din hene.
Li nava pirtûkxaneya gerok de wêneyên jinên ku bûne qurbanê şidetê û şehîdên jin ên rêya azadiya Kurdistanê hatine bi cihkirin.