NAVENDA NÛÇEYAN- Endamê Koordînasyona Komalên Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê (KCR) Simko Dîcle derbarê serhildan û şoreşa azadiya jinê de wiha got: “Di Şoreşa Gulana 1979’an de jinan bi destxistina şoreşê ya bi destê meleyan hîs kir Şoreş ji xeta xwe ya rast derket. Îro piştî gelek salan zext li ser jin û ciwanan tê kirin, jin careke din pêşengtiya şoreş û civakê dike. Çawa ku Rêber Apo dibêje ‘heta jin azad nebe civak azad nabe’ azadiya civakê li ser azadiya jinê pêk tê, fikir û felsefeya Rêber Apo careke din derket kolanan.”
Endamê Koordînasyona KCR’ Simko Dîcle jî wiha got: “Helbet ji destpêka van serhildanan heta niha gelek nirx hatin dayîn. Gelek jin û ciwanên têkoşerên azadiyê şehîd ketine. Şehîd serhildanê ronî dike. Agirê şoreşê geş dike.Her şehadetek wê rêya azadiyê ji me re ronî bike û kîna me ya li dijî dagirkeran zêdetir bike. Rejîma dagirker a Îranê divê bizane ku ev serhildan 40 sal zext û zordariya li ser hemû beşên civakê û gelên Îranê ye. Destê derve nîne, divê rejîm bizane ku ev serhildan berhema ciwanên leheng in.
Dîcle ev nirxandi kir: “Şoreş ketiye qonaxeke nû. Eger heta duh tevlîbûna li kolanan bes bû, îro dijmin bi awayekî herî hovane êrîşî gelê me dike û şervanên azadiyê û serhildanan ber bi şîdetê ve dibe. Werin em cewherê xwe bi kar bînin, wekî Rêber Apo dibêje; ‘Gulek bi hemû nermî û bedewiya xwe stiriyên xwe hene ku xwe biparêze.’ Ev navgîna parastinê di her heyînên gerdûnê de heye, divê tevlî serhildanan bibin, xwe û hevalên xwe bi her rêbazê hebe biparêzin, xwe bi rêxistin bikin. Divê ciwan bi xurtî cih di serhildanê de bigirin. Piraniya saziyên rêjîmê ji aliyê ciwanan ve hatin şewitandin. Divê ciwan weke hêza pêşeng xwe bi rêxistin bikin, kom bi kom tevbigerin, veşarî xwe biparêzin, rûyên xwe veşêrin û di dema serhildanan de amûrên xwe parastinê bi xwe bikin.
Bi giştî ger em di van serhildanan de qadan biterikînin wê dijmin were qadan dagir bike û tundiya li dijî azadîxwazan zêde bike. Ji ber vê yekê divê em nehêlin dijmin xwe birêxistin bike, azadîxwaz û girtiyan bitepisîne, bi tevlîbûna hemû beşên civakê em dikarin vê şoreşê bigihînin serkeftinê.
Ev hemû ciwanên ku tevlî serhildanan bûne û di metirsiyê de ne, kesên ku bi awayekî eşkere hatine şopandin an jî di bin xeteriya girtinê de ne, bila bizanibin ku deriyê çiyayên azad ên Kurdistanê ji wan re vekirî ye, dikarin tevlî refên gerîla bibin. Artêşa Rizgariya Kurdistanê ji bo parastina civakê, parastina şoreşa jinê û parastina her ferdê gelên azadîxwaz amade ye. Ji ber vê yekê divê her ciwanek ji bo xurtkirina vê artêşê tevlî nava refên gerîla bibe. Ji bo tevlîbûna nava refên gerîla gelek rê hene, berê xwe bidin çiyayên azad ên Kurdistanê da ku em bi hev re şoreşa azadiya jinê bi ser bixin.”
N.C// Hêmin Bêkes