NAVENDA NÛÇEYAN- Endamên TCŞ’ê, bi meşeke li Atînayê dagirkeriya dewleta Tirk û sûcên wê yên şer ên li dijî mirovahiyê teşhîr kirin. Li Torînoyê jî bi çalakiyeke protestoyî ya li ber Raî TV’yê dosye pêşkêşê rayedarên televizyonê hat kirin.
Li dijî êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk ên berpêyî Herêmên Parastinê yên Medyayê, çalakiyên ciwanên Kurd li Yewnanistanê bêyî navbir berdewam in. Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) ku Atînaya paytexta Yewnaistanê hatin ba hev, ji qada Syntagmayê heta îstgeha trenan a Syntagmayê meşiyan.
Ciwanan, dirûşmên “Bijî Serok Apo“, “Bijî berxwedana PKK’ê“, “Bijî berxwedana gerîla“, “Tirkiyeya qatil“ û “Erdoganê qatil“ berz kirin û li ber îstgehê danezanên bi Yewnanî û Îngilizî yên ji bo teşhîrkirina sûcên şer ên dewleta Tirk belav kirin.
Çalakî, bi mîtîngê bi dawî bû. Ciwanan soza geşkirina têkoşînê û birêxistinbûna li dijî faşîzmê da.
Li bajarê Torîno yê Îtalyayê jî Kurd û dostên xwe bi hev re li ber Raî TV’yê hatin ba hev û dewleta Tirk ku bi çekên kîmyewî êrîşê qadên gerîla dike û civaka navneteweyî ku dengê xwe nake, şermezar kirin.
Di çalakiyê de, wêneyên 17 gerîlayên bi çekên kîmyewî şehîd bûn, hatin hildan.
Di dawiya çalakiyê de dosyeya li ser sûcên şer ên dewleta Tirk, pêşkêşê rayedarên Raî TV’yê hat kirin.