NAVENDA NÛÇEYAN –
Ji Dahorandinên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan…..
Pêşî girtina ciwanên ku ber bi azadiyê ve dimeşin zehmete. Beşa herî destpêke ku dibine bela yê serê pergalan ciwan in. Ji ber ev yek baş tê zanîn di berdewamiya dîrokê de, di bin navê perwerde yê de ciwan ji qurban kirinê bigirin heta bi sepandinên ku nayên heş û xeyalên mirov re rû bi rû mane. Piştî jinan ciwanan xistina vê rewşê di bilindbûna civaka hîyerarşîk de roleke dîyarker dileyîze. Pergala ku ciwanan girtiye bin kontrolê, vala vala xwe pergala herî bi hêz nahesibîne. Piştî wê ya di tevayî sîstemên civakên dewletî de, sipartinên dişibin hev li ser ciwanan ferz dikin. Ciwanên ku zîhnên wan bi vî şêwazî hatiye şûştin ji bo her kareke dikare bê bazdan. Şer jî têde dikare pîşeyên herî zehmet bigire ser xwe. Li herî pêş ji bo tevahî karên zehmet tê bikaranîn. Bi kurtasi têkilîya ku çavkaniya xwe ji zaaf û hêza îxtîyaran digire, di girêdan û kontrolkirina ciwanan de ji leza xwe tu tiştek wenda nekiriye û bûye berdawamkerên pergala serdest. Em dîsa bi kirpînin : ciwantî bûyereke fîzîkî nîne bûyereke civakî ye. Her wekî jinîtî ku dîyardeyeke civakî ye. Berovajîkirinên li ser ev dû bûyeran, bi daketina çavkaniya wan derxistina holê, erka serekî ya zanista civakî ye.
Di tekoşîna civaka demokratîk de, divê hîn xweser nêzîkatî li kategoriya ciwanan bê kirin. Dema ciwan bi civakî dibin bi dafikên mezin re rû bi rû dimînin. Di aliyekê de mercên kevneşopiya civaka zilamsalarî, di aliyek din de jî dibin merca rêkûpêkiya bîrdoziya fermî de tê hiştin, bi dînamîzma xwe ji nûbûyînan re pêkhateyeke wî/wê ya vekirî heye. Li hember tiştên çêdibin, heta dawî rewale (toy). Di bin bandora civaka extiyar de ji zanebûna tiştên jê re hatiye veqetandin dûr e. Beramber dek û dolabên civaka kapîtalîst ku heşê mirov dibe, nikare nefes jî bigire. Ev rastî, ji bo ciwanan perwedeyên xweser, ji xefikan vekêşîner, li gor cewhera wan û perwerdeyên civakî mîsoger dike. Perwerdekirina ciwanan ked û sebreke mezin dixwaze. Beramber vê xwediyê cewhere wisa ye ku bi dînamîzma xwe destanan binivîsîne. Dema armanç û rêbaz baş têbigihîje, kareke ku sernexe nîne. Dema armanç û rêbaz weke dîsîplîna jiyanî dît û seferber bû, sebir û riq ji kêm neke, dê pêşketinên dozên dîrokî de xwedî risteke mezin bibe.
Tevgera civakî ku dinav de hêza ciwanan nebe şansê wê yê serkeftinê kême. Tecrubeyên mirovên pîr û hêza ciwanan di herdemê dîrokê de xwe daye nîşandan. Kesên ku girêdana van her du diyardeyan rast pêş dixin, di meşa wan de jî îhtîmala serkeftinê hertim bilind bûye. Ji bo ciwanên roja me xeyalên mezin tenê ji qeyrana pergala civakê çawan derkevin re girêdayi be wate hildigire. Ciwanên ku xeyalên wan tune ji rê derketinê û ji jiyanê wendakirinê tenê bi gihîştina xeyalên rasti dikarin rizgar bibin. Rewşa kaotîk a qeyrana dawîya pergala kapîtalîzmê fêmkirin ji bo ciwanan merca xwe pêngav pêşxistin e. Bi vê ve girêdayî fêm kirina nirxên demokratîk, ekolojîk û azadiya zayendi a civakê dê derfetekê serkeftina dîrokî bide destê ciwanan. Di aliyekî de pêkhateya xwe rast pêşxistinê ve di aliyekê din de jî pêşxistina civaka tê bêrikirin û tê xwastin de dê bibe xwedî risteke girîng. Her tişt bi pêngava civaka dîrokî ve xwe ji nû ve rast û baş tevlî kirina ciwanan diyar bibe.
Di civaka hîyerarşîk de pêwîste bi girîngî qala çewsandin û dana girêdana pîremêrên bi ezmûn ku li ser ciwanan dane meşandin bikin. Ev mijara ku bi navê jerontokrasî derbasê lîteratûrê dibe rastiyeke. Ji milêkî ve ezmûn îxtîyaran bi hêz dike, ji milekî din ve îxtîyarbûn her diçe wan lawaz û bêhêz dike. Van taybetmendîyên îxtîyaran, ji bo ciwanan bigirin bin xizmeta xwe wan bin zextekî de dihêle. Vê kirarî(îşlemê) bi tijekirina zîhnên ciwanan pêş dixin. Tevahî liv û tevgerên ciwanan bi xwe ve girê didin. Zilamsalarî ji vê dîyarde yê hêzeke mezin digire. Bi bikaranîna hêzên cesteyî ya ciwanan daxwazîyên xwe dikarin bidine kirin. Pêvegirêdanbûn a ciwanan heta roja me bi kûrbûyînê berdewam kiriye. Serdestiya ezmûn û bîrdozî bi hêsanî nikare bê şikandin. Xwesteka ciwanan ya azadiyê çavkaniya xwe ji vê dîyarde ya dîrokî digire. Ji zanayên extîyar heta mirov û sazîyên zanista roja me, beşên zanyarî a ku tê gotin ên herî hessas û stratejîk in, ji ciwanan re nayê dayîn. Zanyarîyên ku tê dayîn ciwanan hîn zêdetir ditevizîne û pêvegirêdayîbûna wan mayînde dike. Dema zanyarî bê dayîn jî amûrên sepandinê nayê dayîn. Ewiqandineke domdar taktîkekî revebirinê a nayê guhertin e. Stratejî û taktîkên li ser jinan hatiye meşandin, propagandayên bîrdozî û polîtîk û pergalên çewisandinê ji bo ciwanan jî derbas dare. Daxwaziya azadiya herdemî a ciwanan ji sinurên temenê fizîkî nayê, ev ji rewşa çewisîna xweser a civakî tê. Têgehên serxweş, rewal (toy) û xwingerm, ji bo biçûkxistina ciwanan di bingeha propagandayê de lihevanîne. Dîsa zû bi zû girêdana bi ajoyên zayendî, kişandina serkêşiyê, girêdana bi dogmayên hişk yên jiberkirinê , ji bo pêşiya enerjiya ciwanan a beramber pergalê bigrin û rêkûpêkiyê bi tendurist bikin ve girêdayî ye.
Ji armancên herî girîng a şeran yek jî ewe ku wek malên herî bi nirx zarokan û ciwanan ji bo hûndirê xwe de bihelînin çê kirina ocaxên quraftînê ye(devşîrme) û çe jî dikin. Bingeha burokrasiya seretayî wisa destpêdike, dîroka şaristanî ji milekî ve bi vî rêbazê hem civakê lawaz dike hem jî çalakiya pekanîna hêza amûrên burokratîk e : beramber civak civak çêkirin; beramber civaka xwezayî civaka dewlet û îktîdar çê kirin . Di vê pêk hateyê de zarok û ciwanên ku ji civaka xwe ya cewherî qut bune re ziman, çand û dîrokeke cûda tê fêr kirin. Bîyanî kirina cewhera xwe hedefa esasî ye. Bê îktîdar jiyankirina wan tê negengaz kirin. Hem bîrdozî hem maddî nasnameya heri dewletî tê ava kirin. Ji bo hebûna wan rêya derbasdar tenê dibe dewlet û îktîdar. Hem xwe dewlet û îktîdar dihesibînin, hem jî bi vê awayî bi civaka xwezayî re tên dijî hev. Carna civaka dewlet û xwezaya civakî wekhev dikin. Ev şaş e, bi nakok e. Dîroka şaristanî li ser vê nakokiyê hatiye damezrandin. Di bin gasp kirina perwerdeyê de ev rastiyên dîrokî hene. Heke na beramber civakê erka perwerde di xema wan de nîne. Xwediyê sermayeyekî karkerên xwe çi qas perwerde bike îktîdar jî bi vî ferasetê, wek evd û karkerên xwe perwerde dike. Navê vê burokrasî jî be, endamên wî ji asta herî jêr heta herî jor wek evd tên gihandin.
Bi taybet îktidara netew-dewlet deshilatdariya xwe li ser zarokan û ciwanan bi rêya perwerde pêşdixe. Bi zihnyeta xwe ya olî, dirokî, hunerî, û felsefîk mirovên ku di afirîne êdî ne yê malbata xwe ya berê ne, ew kes êdi a deshilatdariyê ne, mulkên wan e. Ji xwe durketina mezin wisa tê sazikirin. Burjuwazî di aliyê perwerde da çîna ku herî zêde li ser civakê deshilatdariya xwe dide meşandin e. Perwerdeya seretayî û navendî, kesên ku di xwazin bikevin kareke belgeya zaningehê li ser ferz dikin. Ev yek jî li ser ciwanên civakê ji xwe durketin, bi sîstemê ve hatina girêdan û pêvajoya ketina qafesê ferz dike. Zordestî, hêza maddi û perwerde ji bo dagirkirina civakê çeka herî bi hêzin.
Di dîroka şaristaniyê de dewlet û îktidar şerê ku meşandine de derbeya herî mezin bi rêya perwerde li civak daye. Pêkanina mafê perwerde ji bo civak mafê ku pêkanîna wî herî zehmet e ye. Beramber hêza deshilatdar û netew-dewlet bi rêya perwerde hebûna civaka xwe pêkanîn ketiye pêvajoya herî zehmet a dirokê. Deshilatdariya bîrdozî bi şoreşa xwe ya dawî a ragihandinê li ser civakê bi şerê çapemeniyê ( ji ber mêtîngeriyê qasê leşkerî û aborî heta ji wan bi hêztir rêve dibe) ve hin serkeftîtir û ji nû ve metîngeriya çandî bi rê ve dibe. Li hember dagirkerî û deshilatdariya çandi ku li ser civakê dimeşinin amûra herî giring a hebûnê bi tekoşina politik û bi exlaqa xwe yê cewherî berxwedan e ev yek tenê rêya azadî û rizgariyê ye. Civaka ku ciwanên xwe wenda kiriye an jî berovajî vê ciwanên ku civaka xwe wenda kiribe ji bilî têk çûnê tê wate ya wenda kirina mafê xwe yê hebûnê û îxanet kirina wî ye. Pişti wê jî rizandin, belavbuyîn, tunebuyîn tê. Beramber vê erka civakî ya bingehîn amûra bingehin a hebuna xwe wate, saziyên xwe yên perwerdehî pêşxistine. Di vî alî de naveroka nirxandinên xwe ji milê ziman, huner, ol û felsefe yê ji pêkhate ya zanist û iktidarê cuda kirine. Şoreşa wateya serxistine. Ji derveyê vê pêşxistina hebûna xwe ya civakî û naveroka wê politik û exlaqî ne gengaz e.
Perwerde, bi zanyariyên teorîk û pratîk ezmûnên civak ji endamên civak re bi taybetî ji ciwanan re, hewldana fêr kirinê ye. Civakî bûna zarokan bi karîgeriya perwerde ya civakê diyar dibe. Perwerde kirina zarokan ne erka îktîdar û dewletê ye , erka herî girîng a civakê ye. Ji ber zarok û ciwan ên civakê ne. Hem wek maf û hem jî wek erk, zarok û ciwanên xwe bi kevneşopî yên xwe, li gor taybetmendiyên xwe ya xweza ya civakî mezin kirin, veguherandina xwe mijareke jiyanî ye ; pirsgirêka berdewamî ya hebûna xwe ye. Tu civakekî mafê xwe yê hebûnê bi vê ve girêdayî erka perwerde kirina ciwanên xwe nikare bi hêzeke din ve parve bike an jî dewr bike. Hêza mijara gotinê dewlet an jî amûrên îktîdarên cûda be jî ev erk û mafê xwe nikare dewr bike. Berovajî vê dê wek radestî deshilat bûye bê hesibandin. Pîrozbûna mafê perwerde çavkaniya xwe ji hebûnê digire. Tu hêz, di serî de qasê dê û bav, qasê civak nikare nêzîkê ciwanan bibe û bi qasê wan pêwîstiya nêzikbûnê bibîne. Şarstaniyan di berdewamiya dîrokê de bi çalakiya qût kirina zarok û ciwanan ji civak, dijayetiyek mezin beramber civak pêş xistiye. Vê çalakî yê bi du şêwazê pêk tîne : An mezinên wan tune û kole dike, an jî ji bo îktîdara xwe bikar bîne; qaşo bi armanca perwerde digirin gel xwe.
Ji dibistanên seretayî heya zanîngehê perwerdeyên fermî yên ku têne ferzkirin di milê naverok û cewherê de li ser kesayet, civakê û mirovên ji derdorê xwe durketîn û li gorî dewlet û deshilatdariyê dimeşi di afirîne. Li dijî ve van tiştek û xefkekê perwerde û perwerde kirin sîstemê derbazkririne. Mirov û civakê bi rastiya wê ya dîrokîre dayîna naskirin, dayîne azadkirin û bi pêşerojê re birin û nêrînekî zanistî hunerê mirov paradigmayê weke karên despêkê ji bo şoreşa zîhnî pêwîste weri cewherî kirin û bikevî jiyanê. Dibistanên navendî, amadeyî û haya dawiya zanîngehê xwandin ji bo memurbuyînê weke zilamê dewletê karkirin amadekariyê despêkin.
Zanist xistina sermaye û kirina deshiladar buye despêka ji durkirina ji civakê. Em mihabed û biryargehên zanistî ku pirsgirêkan çareserdikin êdî bune cihê pirsgirêk avakirinê ji xwe durketin û navendên serdestiya navendên îdolojîke. Niha li ber çavane hindek rewşenbîr hindek tiştan ji ber dikin zêdene lê belê zanistnasekî civakî rastnîni. Mirov dikari bêji li ber çavane melayên hemdem û melayên zanîngehan pir û zêdene û vana jî ji sofîstên demê yên klasîk jî paşketîtirin. Navendên zihnyet avakirinê zanîngeh, akedemî, amadeyî, navendî, seretayî û dibistanên dayîkê û bi van ve girêdayî mizgeft temamdiki qişla (cihê leşkerî) tujtir diki. Van bermayên civakê yên milê zihnyetê, exlaqî û polîtîk, dagirkirin, bi destxistin, pijaftin û fetihkirinê nine çiye? Dema ku hindek rewşenbîr dibêjin civak weke komî anîna civakê xistina weke pez vana ne axivîne.
Di roja mede tapinakên ji vê kaosê derketin çi ku derê û çi bibin ev pirs giringe. Bêguman paşeroj bi texlîtkirinê nayê jiyankirin hema kevneşoopî giringiya xwe heye giringî ji yê nu jî ava nabi . zanîngeh navendên zanistî, saziyên tik-tank, yên nihajî van armanca xizmetkirin pir kême. Vanderan bune cihê kaqez û niviştiyên azadiyê belavdikine. Deme em li şaristaniya misrê da “senedên rizgarkirina axretê dihatin belavkirin belga yanjî diploma weke senedên rizgarkirinê yên vê dinyayêne”.
Bi vî awayî pirsgirêka perwerdê di cewhera xwede saziyên politik û exlaqê pêwîst diki; kare bingehîn yê polîtik û exlaqê ji perwerdeya civakê girtine. Civakekê xwe perwerde neki saziyên xwe yê polîtîk û exlaqê cewherî pêşxistin li ser piyan girtin imkanê wê yê ji holê radibi û hebuna wê jî hergav dibi xeteriya jiyanê û rizandin, belavbuna rizgarî dibi. Em carek dibînin ku di bingeha hemû civakan de dewlet yek destda deshilatdarî heye. Qezenc sermaye ev yekdestiya deshilatdariyê nabi nayê meşandin li hemberî tekoşina şaristanîya demoqratîk nebi jî tu pirsgirêkên civakî bi tu awayekî bi şêweyekî mayinde çaresernabi.
Hun jiyanekî çawan dixwazin hun dizanin? Hun ji vê jiyana ku bêhnketiyê ji boy xilasbunekê pêwiste hun çibikin hu dizanin? Hun qirkirina çandî di dîrokê de hun dizanin? Hun qirkirina çandi ji ji qirkirina fîzîkî bi xetertire hun dizanin? Hun bi qirkirina çandîre çawan têkoşîn bikin hun dizanin? Dostê we, dijminê we dizanin nasdikin? Hun ji boy civaka we ji bo gele we qanon û destura demoqratîk pêwîste çawabe dizanin? Divê mijarê de dikarin xebat bikin? Hun dewtura bingehîn ya demoqratîk bi kîjan rêbazê amadedibi dizanin? Hun mafê xwe yê civakî bi kîjan rêbazê bi dest bixin dizanin? Hun yek zarokên xwe jî bi zimanê dayîkê dikarin perwerde bikin? Eger hun van hemuyan nizanibin hun çareseriyê pêşnexin wê deme ezê bêjim ku vana nizanin, nikarin û ser wan reşbikin nagrin berçavan û min heya niha jî ne girtîye.
Rêxistin buyîn bi rexmê hemû texrîbatan hebuna xwe bi awayek mezin desxistiye dinav welat dervey welat û li hemû beşên Kurdisatnê potansiyelekê ku bikarbîni û biçi bi her awayî rêxistin kirin bingeha wî derfetê wî yê locistikê, qadro û qederek kom û saziyên civaka sivîl hene. Zanîna politikaya viya qederek pêşketiye. PKK yî li hemû deverên Kurdistanê sereke û pêşengê dîsan li dervey welat û metrapolan bi milyonan gelê welatparêz hene, di milê jinêd hişyarbuyînek mezin û rêxistin bunek heye. Derdora adeta cihanek nû dizê. Van nêzikatiyên torîk û pratîkê nû beşên wiya bingehîn di azadiya jinê da derbazdibi. Ciwan jî di rewşek wisan dene ciwanên ku ji germahî eleqeya xwe tiştekî winda nekirine rêwiyên bi biryar yê xeyalên civakê azadkirine. Şîara “yan jiyanek azad yan ji na” ala ku ciwan kete ji deste xwe ne xine ewe.
Hun ji tiştên jiyana kevin û kevin çi hebin pêwîste devjê berdin. Eger cesareta we , zana buna we hebi xeyalên xwe yên azadiyê nû û şeklê jiyana nû hun avabikin. Zekaya xwe ya hestyarî û zekaya analîtîk hun pêşbixin û bi hevra bikarbînin. Li gorî ku alikarî bidin hevdu û hevdû dewlemend bikin bi kartînin, herkes û hertişt serî heya neynokê pêwîste bi guheri. Pêwiste hun ciwan vê guherînê baş fêmbikin û jiyana xwe jî li gorî vê pêwiste bi guherînin. Xeyalên xwe yên kevin pêwîste daynin aliyekê min jî berê xeyalên mezin difikirîn. Dixwastim bibim pîlot û derkevim asimanan, piştre min fêm kir ku ev xeyalên zarokanin, min fêmkir ku li gorî van rastiyan pêwîste em jiyan bikin, hun jî xeyalên xwe, jiyana xwe bi vê dema nûre pêwiste çêbikin.