MEXMÛR – Îro di demjimêr 15:00’ an de li Wargeha Şehid Rustem Cudî a Mexmurê bi dehan şêniyên wargehê li dijî êrîşên çekên kîmyewî yên li dijî gerîla tên bikaranîn meşek girseyî li dat xistin.
Meş li ber avahiya saziya malbatên şehîdan destpêkir bi al û posterên Rêber Apo û her wiha bi resmên gerîlayên ku bi çekên kîmyewî şehîd ketine rakirin. Meş bi diruşmeyên ‘’Bijî Berxwedana Gerîla’’ ‘’Zap, Avaşîn, Metîna Bijî Berxwedana Gerîla’’ ber bi avahiya NY ve meşiyan. Li wir ji aliyê Bapîr Ylidiz ve axaftina vekirinê hat kirin û deqeyek rêz hate girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê şêniyên wargehê mamoste Sayîd Çomlek balkişand ser êrîşên kîmyawî yên li ser gerîla tên bikaranîn û got: “ Pêwiste hemû dunya hemberî dewletên dagirker, çekên kimwayî rawestin û pêwiste piştgiriya Gerilayên Azadiya Kurdistanê bikin”
Her wiha piştî Çomlek axaftina xwe qedand şunde bi diruşmeyên “Bijî Serok Apo” “Bijî Berxwedana Gêrila” gelê wargehê belav bû.