NAVENDA NÛÇEYAN –
Ji Dahorandinên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan…..
Kengî çanda Rojhilata Navîn ket bin bandora hegemonya kapîtalîst, li ser rastiyên civakî rê li ber encamên di asta felaketê de vekir.
Di mentiqê avakirina hegemonya kapîtalîst de dijbertiya çanda Rojhilata Navîn cihekî girîng digire.
Me di beşên berê de anîbû ziman ku çanda dawî ya mezin a Rojhilata Navîn Îslamiyet hem ji Rojava di ser Spanya û Scîlyayê re, hem jî ji Rojhilat di ser Anatolyayê re
ji sedsala 8. heta bi sedsala 16. gelekî zêde gef li Ewrûpayê xwarine.
Hegemonya kapîtalîst li dijî vê gef û tehlûkeyê hat mezinkirin. Mirov nakokiya Rojhilat
Rojava ya ji rêûresmê jî li vê zêde bike, wê karektera hegemonya Rojava ya nû baş bê fêhmkirin.
Çanda Rojhilata Navîn heta nehata bêtesîrkirin, hegemonya kapîtalîst a Rojava ne pêş diket ne jî mayînde dibû.
Di serê sedsala 19. de seferên Napolyon ên Misr û Moskovayê ceribandinên ciddî
û pêşî yên pêngava hegemonîk in.
Bi têkçûna Napolyon re Împaratoriya Ingilîz a pêşengiya hegemonîk xist destê xwe li ser çanda Rojhilata Navîn hem hegemonya xwe pêşde bir hem jî her ku çû xwe mayînde kir. Ev pêngav ji dema Skender ve, demên Roma û Bîzansê jî di navê de, fetha herî mezin a sîstema şaristaniya Rojava ye ku bi giştî li Rojhilat û bi taybetî jî li Rojhilata Navîn kiriye. Kapîtalîzm bi xwe ji bo ev fetih mumkîn bibe hatiye hegemonîzekirin.
Eger em dîrokê rast nexwînin, em nikarin dused salên dawî yên Rojhilata navîn ji hev derxin.
Ya pêk hatiye û qewimiye, fetha Osmaniyan, Îraniyan, Cengizxan, bi kurtî ya çi şaristaniyekê nîne.
Xwe disipêre sîstema şaristaniya navendî ya ku di warê îdeolojîk, aborî, siyasî û eskerî de ji nû ve bi sazî bûye.
Di encama hewldaneke hezar salî de ango ji Sefera Xaçperestan a pêşî ya
di sala 1096’an de heta bi Sefera Iraqê ya dawî di sala 2003’an de li ser bingehê avakirina şêwazê kapîtalîst ê Ewrûpaya Rojava bidestxistina sîstema şaristaniya navendî û ji sedsala 16. pêve avakirina hegemonya wê mewzûbehs e.
Rojhilata Navîn fêhm nekiriye ku di dused salên dawî de çava hatiye fetihkirin û ji fêhmkirina vê yekê hê jî dûr e. Pirr eşkere, em dikarin vê yekê ji trajediya Sadam Husên fêhm bikin. Di dused salên dawî de qaşo şerên serxwebûnê, çi li ser navê ji nû ve Îslamgiriyê, çi jî li ser navê milliyetgiriya laîk hatine kirin, ev şer bi xwe şerên pêşdebirina hegemonya kapîtalîst in.