BEHDÎNAN – Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik destnîşan kir ku jiyana li nava PKK’ê hate avakirin civakî, komunal û demokratîk e û got, “Tiştekî madî yê milîtanên PKK’ê tune ye. Ez ji xwe mînakê bidim. Ji destpêkê ve di nav de cih digirim; tiştekî min tune ye. Kincê min û çeka min heye. Hevaleke-î nû tevlî dibe jî mîna min e. Di navbera min û wê-î de tu cudahî nîne. Yê ku ev yek afirand Rêber Apo ye.”
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik bi wesîleya salvegera damezrandina PKK’ê bersiv da pirsên ANF’ê. Beşa destpêkê ya hevpeyvînê bi vî rengî ye:
Taybetmendiyên bingehîn ên PKK’ê çi ne?
Taybetmendiyên PKK’ê taybetmendiyên Rêber Apo ne. Lewre mirov nikare PKK û Rêber Apo ji hev qut bike. Dibe ku teybetmendiyên Rêber Apo bi her alî ve di PKK’ê û milîtanên wê de bi temamî pêk nehatibe, lê ev yek nayê wê wateyê ku taybetmendiyên PKK’ê ji yên Rêber Apo cuda ne. Dema mirov bi her alî ve Rêber Apo fêm bike, wê çaxê mirov dikare PKK’ê fêm bike. Yên ku di armanca xwe de ji bo xwe û gelê xwe azadî hebe, ji bona wê pêwîste rastiya Rêber Apo bi her alî ve fêm bike, li ser vê rastiyê xwe çê bike, kûr bike û ji nû ve ava bike da ku bikaribe di xwe û gelê xwe de azadiyê pêş bixe. Ji ber ku xwe li ser xeta Rêber Apo avakirin di mirov de wateya çareseriyê pêş dixe. Yê ku wê hêzê di xwe de çêbike dikare pirsgirêkan fêm bike û çareser bike. Fêmkirin û çareserkirina pirsgirêkan pêşketin û serketine û ev jî azadî ye. Mirov dikare amanca azadiyê bi vî rengî pêk bîne. Niha Rêber Apo taybetmendiyên xwe yên esas ango di dîrokê de xwe zana kiriye, zanabûna xwe dîrokî û pir kûr e. Ji bona wê jî ji dîrokê gelek encam derxistiye û li ser wê bingehê PKK hat avakirin û pêşxistin. Eger ku zanabûna xwe ya dîrokî û pir kûr nebûna wê nekariba PKK’ê cuda ava bikiriba. Nexwe wê PKK weke partiyên din ku çi bi serê wan hatibû wê bihata serê wê jî. Em dibînin roja ku hatî damezrandin heta îro, PKK timî pêş ketiye û serketin çêkiriye, gelek nirx ava kiriye. Ev yek ne tenê ji bo gelê Kurd e, ji bo gelên Rojhilata Navîn ji bo mirovatiyê ava kiriye. Ji bo wê îro mirovatî di têkoşîna xwe ya demokrasî û azadiyê de Rêber Apo, PKK û gelê Kurd ji bo xwe esas digirin û ji xwe re mînak digirin. Rêber Apo ji ber ku di dîrokê de xwe baş kûr kiriye, PKK jî li ser dîroka civaka Kurd, li ser rastî û koka wan ava kiriye. Rêber Apo ji bo dîrokê vê dibêje; “Em di destpêka dîrokê de veşartîne, dîrok jî di roja me ya îro de tê ziman.” Bi vê yekê hem ji tiştên ku di dîrokê de qewimînî encam derdixe, tiştên ku mirovatî pêşxistî, xizmet û mirovatî pê hatî kirin esas digire, li ser vî bingehî jî li pêşerojê ango mirov divê çi bike, vê yekê pêş dixe. Wisa destpêk û dawiyê dike yek. Vê yekê jî di roja me ya îro de pêk tîne. Wate tiştên ku di roja me ya îro de pêk tên, hem tiştên ku di dîrokê de qewimîne hem jî yên ku wê biqewimin in, li ser vê esasê jî şoreşgeriya ku Rêber Apo pêş xistî heye. Jê re dibêje şoreşgeriya kêliyê. Şoreşgerê kêliyê ew kes e ku dîrokê ji bo xwe esas digire. Hem dîrokê derbasbûyî û hem jî ya wê bê jiyankirin, vêya di rojê de pêk tîne. Şoreşgeriya herî mezin ev e. Li Kurdistanê şoreşgeriyeke wiha dibe bersiv, weke din ne pêkan e. Mirov dikare vê yekê di dîroka Rêber Apo û PKK’ê de baş bibîne. Rêber Apo bi temamî li ser vî esasî xwe çêkiriye, milîtaniya PKK’ê çêkiriye û têkoşîn li ser vî esasî hatiye pêşxistin. Ji bo wê ye ku timî pêşketin û serketin çêbûye. Milîtaniya kêliyê timî li ser armanc, xet û prensîbên xwe dimeşe, ev yek nahlêle ku tu ji armancên xwe, xet û prensîbên xwe qut bibî. Her wiha nahêle ku tu di xwe de cemidandinê çêbikî (bikevî rewşa dogmatîzmê). Timî te weke avê diherikîne, te zindî û nû dike. Tevgereke wiha, çi astengî derkevin jî dikare li dijî wan bisekine û çareseriyê pêş bixe, pêşketin û serketinan çêbike. Dema mirov bi başî dîroka PKK’ê lêkolîn bike wê demê dikare vê yekê bibîne. Mêtinger gel, civak û mirovê Kurd, ji dîrok, kok, çand, nasname û her aliyê xwe qut kiriye. Ji bo wê jî gelê Kurd ber bi mirinê ve diçû.
Ji bona wê jî dewleta Tirk û hemû dewletên mêtinger û dagirker gotin ku pirsgirêka Kurd nema, êdî me xistiye gorê û careke din ne pêkane ku şîn bibe. Rêber Apo çi kir? Mudaxeleyeke pir dîrokî pêş xist. Ew mudaxeleya ku Rêber Apo pêş xist, ne tenê ji bo gelê Kurd bû, dibe ku di şexsê gelê Kurd de pêş xist lê ew mudaxele, mudaxeleyeke dîrokî ye, ji bo dîroka mirovatiyê ew yek pêş xist. Jixwe tişta ku di şexsê Kurdistan û gelê Kurd de pêş bixî, hemû gerdûnî ye, ne wisa tenê bi Kurdan re sînordar e. Rastiyeke wiha heye. Ji bo wê ew mudaxeleya ku çêbû, mudaxeleyeke pir mezin û dîrokî ye ji bo mirovatiyê. Rêber Apo çi çaxê ew mudaxele pêş xist; di Newroza 73’an de pêş xist. Di Newrozê de hîmê PKK’ê bi temamî bi awayeke zanistî avêt. Ji ber ku heta wê demê tu kesî wateya Newrozê nedizanî. Heta mêtingeran wateyeke din lê kiribûn. Her kesê Newroz tenê kêfxweşî dizanî, yanî weke cejn û seyranekê ku mirov kêyfxweşiyê dike. Ji ber ku Newroz di dîrokê de ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo gelên Rojhilata Navîn rolek pêk anî, hem jî roleke mezin pêk anî. Ê dagirker û mêtinger bi zanabûn Newroz ji wateya xwe derxistibû. Ji bo ku Kurd Newrozê fêm neke û nikaribe bi dîrok û koka xwe re xwe bike yek. Ji ber ku armanca wan ji holê rakirina Kurd û Kurdistanê bû. Rêber Apo ew dîroka ku mêtingeran ji holê rakiribû û dabû windakirn û jibîrkirin, careke din vejand. Wate gelê Kurd bi kok û dîroka xwe re kir yek. Li ser vî esasî pêşî li ew tasfiye û qirkirina ku li ser Kurdan dihat pêşxistin hat girtin. Bi vê yekê hat girtin. Ji ber ku pêşiya wê hat girtin, gelê Kurd hêdî hêdî bi rastiya xwe re yekîtiya xwe çêkir. Heta ji wê dema ku Kurd ne ji bo xwe ji bo xelkê bûn, destpêkir û xwebûn çêbû. Eger ku gelê Kurd ji mirinê rabû ser piyan û zindî bû û kete nava têkoşîna azadî û demokrasiyê ku îro ji bo mirovatiyê jî bûye mînak, ew ji wê yekê destpê dike. Wate ji bo wê rewşê dibêjin, ‘destpêk çawa be dawiya wê jî wisa dibe’. Ji ber ku destpêka ku Rêber Apo pêş xistî pir xurt e, li ser dîrok û rastî û heqîqeta civak û mirovatiyê ye, lewma PKK bi lez pêş ket, mezin ava bû û îro bû hêviyeke mezin. Rêber Apo dema ku got “Kurdistan mêtingeh e”, dizanibû ku piştî wê divê çi pêngavan pêş bixe. Ji ber ku piştî te ev gotin kir û şûnde, êdî tu nikarî gavan paşve bavêjî, tu yê her ku biçe gavan bi pêş ve bavêjî. Ev yek te dide jiyankirin. Bi awayeke din ji te re jiyan nabe. Wate em berdin têkoşînê, wê heta ji bo te jiyan jî nemîne. Rêber Apo dibêje ku min sala 1973’an li Bendava Çûbûkê bi rengekî veşartî di hundirê komeke biçûk de di guhê wan de ew got. Yanî wisa dîqet dikir. Ev jî taybetmendiyeke Rêber Apo ye. Dema ku dixwaze karekê pêş bixe, bi berpirsiyartî pêş dixe. Pir cidî nêzîk dibe û dawiya wê hesab dike. Wiha vê pêngavê davêje. Dema ku pêngavekê pêş dixe, eger ku ew pêngav ne di dema xwe de ye û wê pêş nekeve, ti caran wê pêş naxîne. Di kîjan wextî de pêş dixe, hesab dike, wexta ku wê vê pêngavê pêş bixe dikare encamê bigire. Ku zanî wê li ser wê bikare pêngavên din bavêje wê çaxê vê pêngavê pêş dixe. Ev yek ji mirov berpirsiyartî û cidiyetê dixwaze. Ev yek ji mirov xwe darizandin û lêpirsînkirinê dixwaze. Li ser vî esasî lêkolînê ji mirov dixwaze. Ji bo wê jî Rêber Apo hêj ji destpêkê ve ji ber ku ji dîrokê encam derxistibû, li ser vî esasî timî pêşxistina darizandinê esas werdigirit. Di wir de jî pîvanên qebûlkirin û ne qebûlkirinê pêş xist. Wate Kurd wê çi qebûl bikin yan jî çi qebûl nekin, dîsa yê bi navê Kurdistanê têkoşîna azadî û demokrasiyê pêş dixîne, ê çi qebûl bike yan jî çi qebûl neke. Ji ber ku wisa lê hatibû ku her tiştek di nava hev de bû, çi ayîdê Kurd e, çi ayîdê mirovatiyê ye, çi xizmetê Kurd û mirovatiyê dike, çi wî ji holê radike, ne diyar bû. Jiyana ku li Kurdistanê hebû, navê xwe jiyan bû lê bi xwe jiyan ji holê radikir, mirin çêdikir. Ji bona wê jî pêwîste tu wana ronî bikî. Hêj di destpêkê de Rêber Apo ji bo wana pîvanê qebûlkirin û ne qebûlkirinê (redkirinê) pêş xist. Li ser vî esasî vekirî bûna ji giştî re pêş xist. Wate tu yê çi û çawa qebûl bikî. Her wiha tişta ku tu qebûl nekî jî tu yê ji bo çi qebûl nekî, ewane dan fêmkirin.
Ji bo wê jî bi temamî prensîbek ji bo tevger û gel pêş xist. Ev prensîb jî ev bû ku tu yê ji bo xwe û gelê xwe bi temamî vekirî be. Tu çi pêş bixî divê tu bi vî awayî pêş bixî. Ev teybetmendiyeke Rêber Apo û PKK’ê ye. Rêber Apo dema ku li Kurdistanê mudaxeleya dîrokê kir, dizanîbû ku li dijî cîhana heyî derdikeve. Ji ber ku cîhana heyî Kurdistan parçe parçe kiribû û li ser Kurdistanê siyaseta qirkirinê birêve dibir. Dibe ku digotin berê Kurd hebûn lê Kurd nîne, bi navê Kurd û Kurdistanê pêwîste tiştek nebe. Siyaseteke wiha dihat birêvebirin. Wate li cîhanê siyaseta ku li ser civaka Kurd dihat rêvebirin li ti welatî nehatiye rêvebirin. Mirov nikare bêje ku mêtingeh e jî, aliyeke xwe wisa ye, ligel wê ji vê wêdetir tiştek nîne. Kurdistan ne tenê mêtingeha hin dewletên mêtinger bû, Kurdistan mêtingeha cîhanê ye. Pêwîste rastiya wê wisa bê fêmkirin. Wexta ku de dest avêt Kurdistanê û tu bêjî ku pêwîste Kurdistan ji bo xwe têkoşîna azadî û demokrasiyê pêş bixe, wê çaxê tu îdamê qebûl dikî. Ji ber ku cîhan dibêje tu tune yî. Tu jî dibêjî ku ez heme û ez ê hebim jî. Ev çiye, nakokiyeke mezin e di navbera te û cîhana heyî de. Xwedî derketina li têkoşîna azadî û demokrasiyê ya li Kurdistanê, derketina li dijî cîhana ku siyaseta mêtingerî û qirkirinê birêve dibe ye. Waye tu hêj ji destpêkê ve îdamê qebûl dikî (digirî ber çavan). Ji bo wê jî di destpêka vî tevgerî heta îro de, li ser vî tevgerî û Rêber Apo siyaseta ku tê rêvebirinê, siyaseta îmhakirinê ye. Eger ku ewqasê li ser Rêber Apo û PKK’ê tecrîd, komplo û konseptan birêve dibin û dixwazin tasfiye bikin û qirkirina Kurdan pêş bixin, sedemê xwe ev e. Ji ber wê Rêber Apo ji bo xwe heqîqet esas girt, têkoşîna Rêber Apo bi tevahî li ser heqîqetê ye. Ji bo wê jî rastiya dijmin baş fêm dike. Wate dijmin siyaseteke çawa li ser civaka Kurd birêve dibe, ev siyaset ji bo civaka Kurd û mirovatiyê çi çêdike? Ji ber ku ev rastî baş fêmkiribû, lewre wê çawa li dijî siyaseta qirkirin û tunekirinê bisekine, çawa bisekine ku bikaribe encam bigire, ji bo xwe esas wergirt. Dît ku pirsgirêka Kurd ne weke pirsgirêka welat û gelên din e. Pirsgirêkekî pir mezin e. Weke ku tu li dijî cîhana heyî disekinî ye. pirsgirêkên wiha mezin wisa bi fikrên lewaz, bi serokat, rêxistin û milîtantiya lewaz çareser nabe. Tu yê divê fikrekî wisa xurt, serokatî, partî, milîtan û têkoşîn û şêwaz û uslûbê wê rast pêş bixî da ku bikaribî li Kurdistanê têkoşîna azadî û demokrasiyê pêş bixî. Da ku bikaribî bibî tevgereke azadiyê û armanca xwe pêk bînî. Eger tu li gorî rastiya dijminê Kurdistanê tevgerekê pêş nexî, niyet û keda te çiqasê baş be bila bibe, ew tu cara encam nade. Ji ber ku li Kurdistanê gelê Kurd gelek caran têkoşîn kiriye, gelek berdêlên giran jî daye, lê tevger û têkoşînên ku pêş ketin herî zêde salekê dom kirine. Hemû bi komkujiyê temam bûne. Serokatiyên wan hatine kuştin, ketin girtîgehan, ji wan re koçberî pêşxistine, gel koçber kirine û ji qetlîaman re derbas kirine. Rêber Apo bi awayeke baş ji dîroka Kurdan encam derxistiye. Ji bo ku careke din ew rewş dubare nebe, pêwîste ji her alî ve tevgereke nû pêş bixe da ku tiştên di dîrokê de bi ser Kurdan hatine anîn, dubare nebe. Ji bo wê jî dît ku eger rêbertî, partî û milîtaniyeke fedayî û şêwazê wê yê têkoşînê pêş nexe, ne pêkane ku li Kurdistanê tevger û rêxistinekê pêş bixe, her wiha ne pêkane ew tevger û rêxistin azadî û demokrasiyê pêş bixe û encam bigire. ji bo wê jî eger ta ji destpêkê ve tevger û milîtaniya PKK’ê li ser bingehê fedayîtiyê pêş ketiye, ew girêdayî vê rastiya dijminê gelê Kurd û girêdayî rastiya civaka Kurd û mirovê Kurd e. Ji ber ku dijmin civak xistiye rewşeke welê ku nayê naskirin. Wate êdî siyaseta ku li ser wê dihat meşandin ji xwe re weke çarenûs didît. Cîhana heyî winda kiriye û dixwaze cîhaneke din ji bo xwe qezenc bike. Lewma ew felsefeya ku li ser Kurdan hat birêvebirin ango felsefeya mirinê, gelekî pêş ketiye. Wate bawer nake ku careke din wê rabe, ji bo xwe be û ji bo xwe têbikoşe. Raste dibe ku hestê xwe yê wisa heye, lê wê çawa vî hestî pêk bîne nizane.
Tu temaşe dikî, li gorî encama ku ji dîrokê derdixe dibêje ez nikarim vê hestê pêk bînim. Heta dijmin çi dide pêş? Dibêje lazime tu dest ji her tiştê xwe berdî û bikevî bin xizmeta min, heta ev jî têrê nake tu yê xwe Tirk bibînî, wê çaxê tu dikarî jiyan bikî. Rêber Apo ji ber ku ew rastiye baş fêmkiribû, li ser vê esasê têkoşîn pêşxist. Ji bo vê yekê jî di destpêkê de PKK cuda çêbû. Li hemû partiyên Kurdistanê û yên ku bi navê şoreşgeriyê û sosyalîst jî çêbûn cuda çêbûn. Ji ber wê ev tevgere pêş ket. Dema em li dîroka Kurdan temaşe dikin, tevgera herî mezin salekê yan jî herî zêde 2 salan dom kiriye û tesfiye bûye. Lê tevgera ku Rêber Apo pêş xistî 50 salin berdewam e, hem jî ne wisa tenê dom dike heta xwe kiriye hêvî û mînakek ji bo mirovatiya ku armancê xwe azadî û demokrasî ye. Her wiha ji sîstema modernîteya kapîtalîst û dewletên mêtinger û dîktator re bûye tirseke mezin. Wisa lê hatiye ku wana çiqasê dijminatiya Rêberê Apo, PKK’ê û gelê Kurd bikin jî, dibînin ku Kurdê ku Rêber Apo pêş xistî bûye hêzeke mezin. Bêyî wan nikare siyasetê bike. Ji ber ku siyasetên wan di gelek aliyan de derbeyê dixwe. Ev yek rastiya Rêber Apo, PKK’ê û têkoşîna hatî kirin nîşan dide. Cîhanekî ku PKK û Kurd qebûl nedikir û bi temamî siyaseta qirkirinê ji bo xwe esas girtibû, îro dibîne ku bêyî Rêber Apo, PKK û Kurd nikare siyasetê bikin. Rêber Apo, Kurd ji mirinê derxist, zindî kir û gihand vî astî. Ew gelê ku ber bi mirinê ve diçû, îro bûye gelekê ku hêviya wê her kesek ji bo xwe mînak werdigire. Ew pêşketinane ji aliyê Rêber Apo û PKK’ê hatine pêşxistin. Bi serokatiyeke nû, partî û milîtaniyeke nû û şêwazeke nû û bi tempoyeke (lez) bi lez ev têkoşîna di wê rewşê de dest pê kir û anî gihande roja me. Rêber Apo felsefeya ku pêş xistî, xwe bi temamî kilîlkirina di qada demokrasî û azadiyê de bû. Yanî ji bilî serketinê tiştekî qebûl nake. Ew jî girêdayî siyaseta ku dijmin li ser Kurdan birêve dibe û girêdayî rewşa Kurdan ya di asta mirinê ku di encama siyaseta dijmin ketiyê ye. Ji ber ku tenê serketin gelê Kurd dide jiyankirin. Ji derveyî vê yekê tiştekî din Kurdan nade jiyandin. Heta tu xeletî û kêmasiyan bikî û tu li wir derbeyan bixweyî, heta ew pêwîste ku bibe sedema ku tu wana ji holê rakî. Ango tu wê bikî sedema serketinê. Ji ber ku dijmin timî dibêje tu nikarî tiştekî bikî. Rêber Apo jî li dijî wê ji gelê Kurd re got ku tu lazime di her şert û mercî de ji bo xwe têbikoşî, hem jî têkoşîna xwe li ser esasê serketinê pêş bixî. Dijmin mirin da pêşiya gelê Kurd, lê Rêber Apo jiyaneke azad danî pêşiya gelê Kurd. Wate got tu di mirinê de xwe bidî jiyankirin, tu yê ji bo xwe bêmiriniyê çêbikî. Bi wî awayî tu dikarî jiyan bikî, weke din ji bo te derfetê jiyanê nîne. Felsefe û xeta ku ji bo PKK’ê û gelê Kurd pêş xistî, li ser vî esasî pêş xist. Taybetmendiyeke din a Rêber Apo eve ku ti carî bi tiştekî îqna nabe. Yanî ji ber ku heqîqetê esas digire, ji ber ku li pey heqîqetê dibeze, wexta ku têkoşînekê ji bo wê pêş dixîne û digihîje hin encaman, nabêje heqîqet ev e, belku dibêje dibe ku heqîqet bi awayeke din be. Ji ber ku armancê xwe heqîqet e lewra timî ji bo ku heqîqetê bi dest bixe têdikoşe. Waye ev yek nahêle ku cemidandin çêbibe, belku ev yek timî zindîbûnê çêdike û pêşketin û serketinê pêş dixe. Ji bo wê timî darizandinê û lêpirsînê dike. Eger ku ewqasê bi ser Rêber Apo û PKK’ê de tên û nikarin encam bigirin, ew yek girêdayî vê rastiyê ye. Ji ber ku ji bo gelê Kurd tu çi bikî kêm e. Tu yê her roj kar bikî, tu yê her roj ji bo gelê Kurd pêngavan pêş bixî û nirxan ava bikî da ku bikaribî gelê Kurd bidî jiyankirin û bêmiriniyê ji wî gelî re çêbikî. Weke din tişteke din têra wê nake. Wexta ku Rêber Apo PKK damezrand û pêş xist, derfeteke wisa di destê Rêber Apo de tune bû. Derfetên xwe yên madî nebû, têkilî û hevalên xwe nebûn. Tiştek xwe nebû. Yanî di nava bê derfetî û tunebûniyê de ev têkoşîna pêş xist. Negot ku tiştek nîne û ez nikarim têkoşînekê pêş bixim. Tu caran weke ku şert hene xizmet dike û ez ê li ser wan têkoşînê pêş bixim, esas negirt. Ji ber ku şert û derfetên wisa nebû.
Ji ber wê jî PKK ji destpêkê ve bû tevger û îrade, bû tevgereke bawerî û îmanê. Li ser vî esasî pêş ket û dîsa ji ber ku li ser tiştên amade pêş neket, lewre çêkirin ji bo xwe esas girt. Tu yê çêbikî, tu yê çêkirî mezin bikî ku bikaribî armancê xwe pêk bînî. Ji bo wê jî hêj di destpêkê de sekinîna li dijî zor û zehmetiyê ji xwe re esas girt. Ti caran ne derfetên amade û ne rêyên hêsan da pêşiya xwe. Ji ber ku dizane li Kurdistanê rihetî nîne, dizane ku tu çi bikî tu yê bi xwe bikî, kesekî ku tiştekî bide te nîne, ji ber ku her kes li dijî te ye û dixwaze te ji holê rake. Tu yê bi xwe bawer bikî, ji bo xwe têbikoşî û ger bixwazî tiştekî bi dest bixî tu yê têkoşîna xwe pêş bixî, çareseriyê jî di xwe de pêş bixî. Ger ku te ev yek esas girt wê çaxê tu dikarî têkoşîna azadî û demokrasiyê pêş bixî. Ew hemû teybetmendiyên Rêber Apo ne. Ji ber Rêber Apo PKK li ser wan taybetmendiyan damezrand, hîmê wê pir saxlem pêş xist, PKK li ser vî hîm û bingehî pêş ket û gihîşt roja îro û îro bandorê li siyaseta cîhanê dike. Hêza demokrasî û azadiyê ji ber wê Rêber Apo ji bo xwe esas werdigire.
Rêber Apo di dîrokê de ji ber ku di dîrokê de encamên mezin derxistibû, encamên mezin li kûderê derxistibû? Tu wê yê lewaz rabikî, ger ku te yê lewaz rakir, zehmet radibe lê ger rabe jî mezin radibe. Êdî ji gelê Kurd ketîtir hêj mezintir nebû. Heta dereceya wê nebû. Jinên Kurd hêj bêtir û ji wê mezintir xistin. Ji ber ku li cîhanê sîstema ku dihat birêvebirin, li ser hişmendiya zilam bû. Desthilatdarî li ser vê esasê çêdibû. Wê desthilat û hişmendiyê zilmekî mezin li ser gelê Kurd pêş xist. Qirkirin esas wergirtiye. Li ser jinên Kurd hem ev siyaset dihat birêvebirin hem jî siyaseta zilam bi xwe jî dihat birêvebirin. Ji bo wê jî Rêber Apo ta ji destpêkê ve ji ber ku rakirina yê ketî ji xwe re esas girtibû, xwedî li gel û jinên Kurd derket. Ji ber wê ye ku ev tevger bû tevgerek a jin û azadî û demokrasiyê. Eger ji destpêkê ve ev yek esas wernegirtiba, wê ev tevger jî mîna tevgerên din bibûya. Rêber Apo jiyana xwe ya zarokatiyê ya li gund bi her alî ve vedibêje. Bê sedem vê yekê venabêje. Ji ber ku li gund ango di civaka gund û malbat jî ku têde jiyan dike, hişmendî û kesayetiya heyî li ser esasê hişmendiya zilam çêbûye. Ji bona wê hem zilma li gund ya li ser xwe û yên din heyî qebûl nake û li dijî wê disekine, hem jî zilma ku li ser jin heyî qebûl nake. Lewra hevaltiya xwe ya esas a bi zarokan re bi jin re çêdike. Yanî yên di navbera wan de nakokî nîne û hevaltî bi xurtî tê jiyankirin. Yên ku paqij, temîz û gemar nebûyî, hestên xwe pir temîz in ji bo xwe esas girt. Li ser vê taybetmendiyê PKK ava bû. Ji bo wê jî di PKK’ê de jiyaneke temîz pêş ket, hevaltiyeke pir xurt pêş ket. Ji ber ku koka dîroka gelê Kurd û dîroka mirovatiyê ji bo xwe esas girtibû, civakbûyîn esas digirt, lewra jiyana ku di PKK’ê de pêş ketî ta ji destpêkê ve jiyana ku civakê esas digire ye, jiyanek komînal û demokratîk e. Jiyana ku di PKK’ê de pêş ketî, di tevgerên din de cuda pêş ket. Milîtanên PKK’ê tiştekî xwe yên madî tune ye, niha mînak ez ku ji destpêka vê tevgerê de di nava tevgerê de me, tiştekî min nîne. Tenê cil û çeka min heye. Hevalê ku nû tevlê vê tevgerê dibe jî weke min e. Yanî ferq û cudahiyeke min û wî/ê nîne. Rêber Apo ev yek di vê tevgerê de pêş xist. Lewma milîtaniya ku di vê tevgerê de pêş ketî, di ti tevgerekî de zêde pêş neketiye, cuda ye. Ev yek bi temamî bi hişmendiya Rêber Apo pêş ketiye. Ji bo wê bingeha PKK’ê li ser esasê dîrok, civak û koka gelê Kurd hat pêş xistin. Ji ber ku gelê Kurd şoreşên mezin jiyan kiriye û daye jiyankirin. Ji ber ku civakbûn di gelê Kurd û Rêber Apo de de xurt e, lewma xurt e. Hemû têkoşîna Rêber Apo li ser çi esasê ye? Li ser esasê ku bikaribe kêliyekê ku di her şert û mercî de ji bo azadî û demokrasiyê têdikoşe çêbike. Di vir de jî encam wergirt, serketî ye. Gelekî wisa ava kir ku li Kurdistanê îro di hemû şertan de evîndarê azadî û demokrasiyê ye, dest jê ber nade. Ji ber wê yê ku yê li cîhanê azadî û demokrasiyê dimeşînin ev gel ji bo xwe mînak werdigirin. Ji bona wê PKK’ê û Rêber Apo ji xwe re mînak werdigirin.
Wate ji bo ku siyaseta li ser gelê Kurd tê rêvebirin pir zailmane ye, Rêbertî partî û milîtaniya çêbûyî, tarz û şêwazê wê yê xebatê li gorî wê pêş xistiye da ku bibe bersiv û bikare li dijî wê siyasetê bisekine, her wiha bikaribe gelê Kurd ji mirinê derxîne û weke hemû gelan bide jiyankirin. Ew jî diyalektîkek e, Rêber Apo di diyalektîkê de jî pir xurt e. Weke Rêber Apo tu kesî diyalektîk di jiyanê de pêk neaniye. Çi gotiye; dibêje tu yê hem pêk bînî û bifikirî, hem bifikirî û pêk bînî, yanî tu yê wan her duyan bi hevre bimeşînî. Yekê nexî pêşiya yan din. Ku tevgerek li ser vî esasî pêş bikeve, ti hêz nikare pêşiya wê tevgerê bigire. Waye eger ku heta niha nikaribûn pêşiya wê bigirin, ev yek girêdayî vê rastiyê ye. Ji bo ku rastiya PKK’ê û Rêber Apo baş bê fêmkirin, dikarim mînakekê bidim; ji ber ku Rêber Apo heqîqetê esas werdigire, timî li pey heqîqetê dibeze û timî pratîkên heyî li darazê dixe û lêpirsîn dike û li ber çavan re derbas dike, wate çi rast e, çi xizmeta azadî û demokrasiyê dike û çi nake, timî vê jiyan dike. Ne tenê wexta şiyar be jiyan dike, di xewnên xwe de jî jiyan dike. Dibêje, min rojekê dît ez li herêma Xelfetiyê me, ez li cihekî wisa nebaş de me, hawîrdora min dewleta Tirk û leşkeran girtiye; gotiye ez ê çawa wê qebûl bikim? Ti caran min şaşitiyên wisa nedikir, ne pêkan e ku ez şaşitiyên wiha bikim ku bêm û li cihekî nebaş bimînim û dijmin dora min dorpêç bike û ez wiha bê çare bimînim. Dibêje, min got her hal ev yek xewn e, paşê min dît ku xewn e. Yanî heta di xewnên xwe de bi gel, hevaltî, azadî û demokrasiyê difikirî bê ka çawa li dijî dijmin bisekine ku bikaribe tevgerekî ku gel bi pêş bixe û ser bixîne. Timî wiha fikir û lêpirsîn dikir. Di wê astê de hişyar e û bi berpirsiyartiyeke mezin nêzîk dibe. Nêzîkatiyên xwe li beramber hemû pirsgirêkan pir cidî ye. Ji ber wê jî timî pêşketin û serketinê jiyan dike û dide jiyankirin. Ew yek çavkaniya xwe ji vir digire. Min ev mînak ji bo wê da. Yanî berpirsiyartiyeke çawa jiyan dikir û çawa timî hişyar e, tarzeke çawa birêve dibe ku dijmin nikare pêşiya vê tevgerê bigire da ku bikaribe daxwaziya gel, di şexsê gelê Kurd de jî daxwaziya mirovatiyê pêk bîne.
Di şert û mercên ku hema bêjin li ser navê Kurd û Kurdistanê tiştek nedihat kirin de, ew kîjan hest, hişmendî, karakter û heta xîret bû ku we dest bi têkoşîna azadiya Kurdistanê kir?
Wexta ku me di zanîngehê de dixwend, wê çaxê bandora sosyalîzma pêkhatî li ser hem ciwanan, hem civakê pir xurt hebû. Ji ber wê jî di me de lêkolînek jî hebû, yanî ji bo azadî û demokrasiyê. Gelek têkoşîn jî hebûn ku wana jî bandor dikir. Ji ber ku lêgerîn û lêkolîneke me yê wiha hebû, wê yekê em gihandin Rêber Apo. Wexta ku me Rêber Apo nas kir, me xwe nas kir, me heqîqeta civak û mirovê xwe û ya dijminê xwe nas kir. Heta wê demê ya me lêgerîn û lêkolînek bû. Lê belê di wê de em negihîştin ti encamekê. Wexta me Rêber Apo nas kir, em gihîştin encamê, di me de zelalbûn û biryardariyek pêş ket. Ji ber ku me dît di nêzîkatiyên Rêber Apo de zelalbûn û biryardariyek heye. Me fêm kir ku Rêber Apo mudaxeleyeke dîrokî pêş dixe. Wate ne tenê ji bo gelê Kurd, dibe ku di şexsê wan de pêş dixe lê ji bo mirovatiyê mudaxeleyekê pêş dixe. Ji ber ku ger tu mudaxeleyek li Kurdistanê pêş bixî û bixwazî li Kurdistanê têkoşîneke azadî û demokrasiyê pêş bixî, tu bingehê cîhanê dihejînî. Ji ber ku bingehê cîhanê li ser Rojhilata Navîn pêş ketiye. Rojhilata Navîn bingeha vê cîhanê ye. Her titşek li vir destpê kiriye û pêş ketiye. Li Rojhilata Navîn jî Kurdistan bingeheke esasî ye. Ji ber ku li cîhanê, gelê Kurd cihek mezin di şoreşên destpêkê de girt. Her tiştê xwe xistiye bin xizmeta mirovatiyê. Ji bo wê jî eger ku cîhan gihîştiye roja îro, di bingehê wê de keda gelê Kurd mezin e. Tevî ku gelê Kurd ji bo vê cîhanê û mirovatiyê xizmetên mezin kir, lê cîhana ku li ser hişmendiya zilam û desthilatdariyê çêbûyî jî Kurdan înkar dikin, tunebûna Kurdan dixwazin. Ev yek nakokiyeke pir mezin e, Rêber Apo ev nakokî bi me da fêmkirin. Civaka Kurd ji dîroka xwe, koka xwe, çand û her tiştê xwe hatibû qutkirin, ji bo ku bikaribin qirkirinê temam bikin, ev siyasete pêş xistin. Ku heta wana pêş nexe nikare gelekê ji holê rake. Ji ber ku ji kok, dîrok, çand, ziman û nirxên xwe hatibû qutkirin, lewre ber bi mirinê ve bi pêş ve diçû. Mudaxeleya vê yekê kirin, mudaxeleya ne tenê Rojhilata Navîn, belku mudaxeleya cîhanê kirin e. Lewma Rêber Apo dibêje ku ger şoreşa Kurdistanê bi ser bikeve, wê encamên mezintir ji yên şoreşên Fransa û Rûsyayê çêbike. Ev rastiyek e. Ji ber ku bingeha Rojhilata Navîn û Rojhilata Navîn jî bingeha cîhanê ye. Ger ku te li Kurdistanê guhertinek li ser esasê azadî û demokrasiyê pêş xist, ew yek ne tenê wê di Rojhilata Navîn de di heman demê de li cîhanê jî guhertinê çêdike. Ji ber wê jî têkoşîna ku li Kurdistanê tê pêşxistin, ne mîna têkoşîna welateke din e. Têkoşînek e ku di cîhanê de encaman çêdike ye. Ger ku îro dost û dijmin jî bêyî PKK’ê nikarin siyasetê bikin, ew girêdayî vê rastiyê ye. Rêber Apo bi vê mudaxeleyê re careke din têkiliya civaka Kurd bi kok û dîroka xwe re kir yek. Heta ku me Rêber Apo nas nekiribû, me rastiya xwe û ya gel û welatê xwe jî nedizanibû. Lêgerînek me hebû, yanî me dixwest ku em sosyalîzm, azadî û demokrasiyê fêm bikin û têde cih bigirin, lê me nedizanibû bê ka em ê çawa cih bigirin û têkoşîna wê bikin. Wexta ku têkiliya me bi Rêber Apo re çêbû, ew lêgerînên me hemû gihan zanabûniyekê û di me de zelalbûn û biryardariyek pêş ket. Wê demê me rastiya xwe, civaka xwe û ya dijminê xwe baş fêm kir. Dema ku mirov rastiya xwe, civaka ku mirov jê hatibe baş fêm bike û fêm bike bê ka dijmin me û civaka me xistiye rewşeke çawa, wê çaxê di mirov de biryarek pêş dikeve; yan tu yê bi temamî xwe înkar bikî, tu wê dest ji her tiştî berdî, yan jî tu wê li dijî siyaseta ku li ser te û civaka te tê rêvebirin bisekinî, bi her alî ve tu yê li dijî wê siyasetê têbikoşî. Ji bo me ne pêkan bû ku em dest jê berdin. Ji ber ku lêgerîneke me hebû. Yê ku di nava lêgerîneke wiha de be û di wir de jî bigihîje encamê, nikare gavan bi paşve bavêje, berovajî wê gav bi pêş ve bavêjin. Di me de eger ku gav bi pêş ve hatin avêtin, ji ber wê hatin avêtin. Dema ku me rastiya xwe, civaka xwe û siyaseta ku li ser me hatî meşandin fêm kir, di me de li dijî dijmin sekinîn pir xurt pêş ket. Kîn û nerazîbûneke pir xurt di me de pêş ket.
Rêber Apo ev yek kanalîze kir, yanî pêwîst bû ku ew nerazîbûn çawa bê pêşxistin, çawa bê pêşxistin ku ew bikaribe bigihîje armanca xwe. Ev rê bi me da fêmkirin. Teoriya wê, bîrdozî, siyaset, rêxistin, milîtanî, şêwazê wê yê xebatê, uslûba wê û tempoya wê, wan hemûyan bi me da fêmkirin û wisa di me de gav hatin pêş xistin. Rêber Apo bi xwe jî wexta min nas kir, dema li ser dîroka Kurdistanê û civaka Kurd axivî, bi saetan axivî; aqilê min tevlêhev bû. Ji ber ku het wê demê tiştê ku min dizanîbû, min dît ku ne rastin. Wê demê têkiliya min bi heqîqetê çêbû. Ji bo wê berê jî min gotiye ez xwe deyndar dibînim, ez dixwazim deynê xwe di her şert û mercî de jî pêk bînim. Kî min bi Rêber Apo re da naskirin, hevalê Kemal Pîr ku ne Kurd û ne jî Kurdistanî bû. Lewre ez xwe deyndarê wî hevalî jî dibînim. Ev jî rastiya min e. Wexta ku bandora sosyalîzmê li ser me hebû, lêgerînek hebû ku di vê lêgerînê de em gihîştin Rêber Apo û me Rêber Apo nas kir, me rastiya xwe û civaka xwe nas kir, em ê çawa şoreşgeriyê bikin, em ê çawa bikin, wê rast bikin û me fêm kir, ew girîng bû. Ya ku xizmetê vê yekê kirî jî hebû. Çi bû? Li cîhanê tevgera ciwanan a 68’an pêş ket, li Fransayê destpêkir û li gelek milan belav bû. Belavî Tirkiyê jî bû. Dîsa di wê dîrokê de tevgereke jin pêş ket, a femînîst pêş ket. Dîsa di wê dîrokê de tevgereke din a ekolojiyê esas werdigire pêş ket. Ew her sê tevger pir girîng bûn. Ew tevgerane ne tenê li dijî sîstema kapîtalîst pêş ketin, li dijî sîstema sosyalîzma heyî jî pêş ketin. Ji ber ku heta wê demê sosyalîzma heyî bandor û hêviyek çêkiribû, yên ku dixwestin têkoşîna azadî û demokrasiyê pêş bixin, sosyalîzma heyî ji bo xwe esas digirtin. Wê yekê moral û baweriyek dida me. Lê dîtin ku sosyalîzma li dijî sîstema modernîteya kapîtalîst hatî avakirin jî hêviyên wan pêk nayîne. Heta gelek aliyên wê dişibe kapîtalîzmê. Ji ber ku ji xeyalên xwe re xiyanet nekiribûn û ew esas wergirtibûn, li ser wî esasî jî ne tenê li dijî kapîtalîzmê, li dijî sosyalîzma heyî jî derketin. Ew tevgerên jin û ekolojîst û yên ciwanan, lêpirsînek pêş xistin. Wê yekê hişmendî, çand û pîvaneke nû pêş xist. Ji ber wê pir girîng e. Bandora wê li ser me çêdibû. Bi taybetî li ser Rêber Apo çêdibû. Ji ber ku heqîqet, jiyaneke azad û demokratîk esas girtibû, dîtibû ku sosyalîzma heyî nabe bersiv. Ew tevgerane wê yekê tînin ziman, lewre bandor li ser wî çêkiribû. Eger ku di destpêkê de PKK’ê weke partiyên çep û sosyalîst ava nebû, ji ber vê sedemê ye; ji wan cudatir ava bû. Bandora wê çêbû, lewre tevger cuda pêş ket. Her wiha ligel wê jî tevgera Viyetnamê hebû, bandora şoreşa Viyetnamê li ser cîhanê çêbû, li ser me jî bandora xwe hebû. Ew jî gelekê bindest in, li dijî dagirkerî, mêtingeriyê û mêtingehê disekinin. Me didît ku rewşa me û wan di wê hêlê de weke hevûdu ye. Ger ku ew ji bo azadî û demokrasiya xwe têdikoşin, hem jî li dijî dewletên weke Emerîka wan, em jî dikarin vê têkoşînê bikin, wê yekê jî bandor li ser me çêkir. Li Rojhilata Navîn tevgera Filistînê hebû, têkoşîneke mezin pêş dixist, bandor dikir, tevgera Filistînê û gelê wê jî weke me bû; wê yekê jî li ser me bandor çêkir ku ger Filistîn ji bo xwe têdikoşe, em jî dikarin têbikoşin. Bandora wan hemûyan li ser ciwanên Tirkiyê jî çêbû. Li Tirkiyê ciwanên ku ji bo azadî û demokrasî û sosyalîzmê têkoşînê dikin, dest bi têkoşînê kirin, ji ber wê çalakî dikirin, rêxistin û nîqaş pêş dixistin. Atmosfereke welê pir zindî hebû, nîqaş mezin çêdibûn. Wê yekê lêgerînên heyî xurt dikir. Wê rewşê jî xizmet kir. Wê çaxê Denîz Gezmîş, Mahîr Çayan, Îbrahîm Kaypakkaya, Hîkmet Kivilcimli, Mahîr Mîhrîbellî wana, yanî gelek tevgerên wisa hebûn. Nîqaşên mezin hebûn. Wana hişyarbûn çêdikir, berpirsiyartî pêş dixistin ku em jî li gelê xwe xwedî derkevin û em jî ji bo gelê xwe têkoşînekê pêş bixin. Eger ku di me de zelalbûn û biryardariyek pêş ket ku me dest bi pêşxistina têkoşînekê kir, di encama wan de çêbû. Di destpêkê de nêzîkbûneke me yê wiha ku em li Kurdistanê têkoşîn û rêxistineke cuda pêş bixin, nebû. Ev yek piştre pêş ket. Destpêkê me bi gel û çepên Tirkiyê re dixwest ku em bi hevre vê têkoşînê pêş bixin.
Lê wexta ku me dît yanî di wan de nijadperestî jî heye, bi vî çavî li me, li gelê Kurd jî dinêrin, wate me dît ku em bi wan re nikarin vê têkoşînê pêş bixin. Ji bo wê me biryar da ku em li Kurdistanê têkoşînekê pêş bixin. Her çiqasê me ew biryar da jî, lê ti carî Rêber Apo xwe ji rêxistinên çep ên Tirk û gelê Tirkiyê qut nekir. Timî ew esas digirt. Wê çawa ligel wan têkoşînê pêş bixîne, ew yek esas digirt. Sedema wê jî hebû, ji ber ku hêj dema Rêber Apo tenê bû, ligel Rêber Apo heval Kemal Pîr û Hakkî Karer cih girtin. Ew hevalane ne Kurdistanî û ne jî Kurd bûn. Tevger û derfetek jî li holê tune bû. Bê dudilî ligel Rêber Apo cih girtin. Wê yekê pir girîng bû. Mirov di ti tevgeran de wî tiştî nabîne. Taybetmendiyê Rêber Apo û PKK’ê jî di vî aliyê de heye. Ji ber ku hevalekî ku ne Kurd û Kurdistanî ligel Rêber Apo cih girtibûn, bê dudilî bûn jî, Rêber Apo ew di avakirina PKK’ê û têkoşîna wê de timî esas wergirtiye. Heta dema ku hevalê Hakkî Karer şehîd bû got, ‘min nîva xwe winda kir, ew ruhê min ê veşartî bû’. Ezê çawa Hakkî Karer bidim jiyankirin, ev yek ji bo xwe esas wergirt. PKK li ser vî esasî hat damezrandin. Ger ku em dibêjin PKK partiya şehîdan e, ji ber wê em dibêjin. Ji ber ku di bingeha avakirina PKK’ê de şehadeteke pir mezin hebû. Eger ku di dîroka gelên din de nijadperestî pir xurt pêş ketiye û gelan hevûdu pir êşandiye, lê ger ku di PKK’ê de ev yek pêş neketiye, ger ku di PKK’ê de li hemberî gelê Tirk dijminî pêş neketiye, her çiqasê dewleta Tirk xwestiye ku di navbera Kurd û Tirkan de nijadperestiyê xurt bike û qetlîaman pêş bixe lê ger ku çênebûye; ev yek girêdayî destpêka vî tevgerê ye. Ji ber ku destpêk Rêber Apo, Kemal Pîr û Hakkî Karer e. Li ser wana ev tevger hatiye avakirin. Hîmê wê welê pir xurt e. Hêj di destpêkê de pêşiya nijadperestiyê hatiye girtin. Ji bo wê nijadperestî pêş neketiye. Ta ji destpêkê ve tevgereke enternasyonal e. Li ser vî bingehî hatiye avakirin. Lewma li ser civak û mirovatiyê bandoreke mezin çêkiriye. Eger ku îro yên ku ji bo xwe azadî û demokrasiyê, Rêber Apo, PKK’ê û gelê Kurd esas werdigirin, ji ber vê yekê ye. Ji ber ku dibînin ku pir temîz e. Di nava wê de nijadperestî nîne, bi temamî gel hene, çand, ol û nasname hene, çawa ku gelê Kurd ji bo xwe esas werdigire û li beramberî gelê Kurd berpirsiyartiyê nîşan dide, ji bo hemû gelan û olan jî heman berpirsiyartiyê nîşan dide. Wate Rêber Apo hêj wê demê bingeha Neteweya Demokratîk pêş xist, ne piştre pêş xistiye. Paşê ev yek gihandiye asteke bilind. Teorî û bîrdoziya wê pêş xist. Di hîmê wê de heye, lewma li beramberî hemû gelan xwe berpirsiyar dibîne û dixwaze di her şert û mercî de berpirsiyartiyên xwe pêk bîne. Ev jî rastiya Rêber Apo û PKK’ê ye. Ger ku PKK wiha mezin çêbûye, ji ber wê sedemê ye. Rêber Apo hêj dema ku vê tevgerê pêş dixist, di nêzîkbûnên xwe de, di uslûbê ku meşandî de li ser mirovan bandoreke pir xurt çêdikir. Yanî hestên wan ên azadî û demokrasiyê hêj xurtir dikir. Lêgerînên wan û lêpirsînên wan xurtir dikir. Wate uslûbeke wiha dimeşîne. Dema ku diaxivî, te dixwest ku hema tu rabî û dest bi têkoşînê bikî. Dîtin û hestek wisa di mirov de çêdikir. Siyaseta ku dijmin li ser gel û te dida meşandin baş bi te dida fêmkirin. Ev yek jî di mirov de çi çêdikir? Mirov li hemberî wî dijminî bisekine, têkoşînê bike û mirov tolê hilîne. Hestên wiha çêdikirin. Ji bo wê milîtaniya ku di destpêkê de çêbû, ji ber wê yekê milîtantiyeke fedayî ye. Fedakarî, cesaret û biryardarî têde pir xurt e. Eger ku îro li Zap, Metîna wan deran fedakarî û cesaretên mezin tên jiyankirin, ew ji wir çavkaniya xwe digire, bingehê wê heye. Li ser wê bingehê ew pêş ketiye, xurt bûye û gihîştiye vê astê.