NAVENDA NÛÇEYAN- bi nêzbûna 25′ê Mijdarê Yekitiya Jinên Ciwan meşek li bajarê Hesekê dar xistin, di heman demê de Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Efrînê pêşangeha hunera şêwekariyê vekir.
HESEKÊ
Yekitiya Jinên Ciwan meşek li dar xist. Meş ji çerxerêya Sînalko ya taxa Til Hecer dest pê kir û li çerxerêya Kevokê bi dawî bû. Di meşê de dirûşmên “Jin, Jiyan, Azadî” û “Na ji tundiya li ser jinan re” hatin berzkirin.
Her wiha wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên Kongra Star, pankartên bi nivîsên “Em hemû Jîna Emînî ne”, “Jin, Jiyan, Azadî”, “Têkoşîna me azadî ye, berxwedana me serkeftin e”, “Bi rihê Viyan û Nûjiyanan em ê di şerê azadiyê de bi ser bikevin” û “Qetilkirina jinan qetilkirina jiyanê ye” hatin vekirin.
Li çerxerêya Kevokê deqeyeke rêz hat girtin. Piştre endama rêveber a Yekitiya Jinên Ciwan a bajarê Hesekê Medya Ebdurehman axivî û got nameya jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya bi boneya 25ʹê Mijdarê ev e ” Li dijî hemû cûreyên tundiya dewletan û zihniyeta mêr, Jin, Jiyan, Azadî”.
Medya Ebdurehman anî ziman ku azadiya jinan azadiya civakê ye û wiha domand “Em jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê azadiya xwe di projeya demokratîk de dibînin a ku ji fikr û ramanê rêber Abdullah Ocalan derketiye. Bêyî azadiya jinan civak azad nabin. Ji ber vê yekê em ê têkoşîna xwe xurt bikin heta ku azadiya tevahî jinên bindest û azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan misoger bikin.”
Çalakî bi dirûşmên “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.
ŞEHBA
Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Efrînê bi diruşma “Jin, Jiyan, Azadî” pêşangeheke hunera şêwekariyê vekir. Pêşangeh balê dikişîne ser jinan û têkoşîna wan. Pêşangeh li parka kampa Berxwedan a li Fafînê ya Şehbayê hate vekirin.
Di pêşangehê de 45 tablo ku ji hêla endamên yekitiyê ve di çend mehan de hatine xêzkirin, hebûn.
Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê, endamên sazî û yekitiyên sivîl ên herêma Efrînê serdana pêşangehê kirin.