MERÎWAN– Serhildanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi pêşengiya jin û ciwanan derbasî qonaxa serketinê û avakirina şoreşa jinê dibin.
Di vê qonaxê de çendîn însiyatîv û çalakvanan bangawaziya xwe jibo raya giştî re radigihînin.
Di vê çarçoveyê de ciwan û jinên ciwan ên şoreşa Apoyî ya Merîwanê bi boneya mezinkirina serhildanan û israra li ser rêya şehîdan banga tolhildanê kirin.
Ciwan û jinên şoreşger Apoyî yên li Merîwanê bi boneya salvegera şehîdên meha Mijdarê bangawaziya xwe ji ajansa nûçeyan re şandin. Di bangawaziya xwe de diyar kirin ku ew dixwazin gelê şoreşger ê Îranê û Rojhilatê Kurdistanê rêya şehîdan bidomînin û heta bi destxistina azadiyê di qadên têkoşîn û berxwedanê de amade bin.