STRASBOURG – Aktîvîstên TCŞ û TekoJIN li dijî sûcên şer ên dewleta Tirk a dagirker li avahiya Konseya Ewropayê ya li bajarê Strasbourg ê Fransayê çalakiya bêîteatiya sivîl li dar dixin.
Di çalakiyê de çalakgerên TCŞ û TekoJIN’ê bêdengiya li hemberî sûcên şer ên dewleta Tirk a dagirker protesto kirin û dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Bijî Berxwedana Gerîla”, “Ciwan Fedaî Rêber Apone” berz kirin.
Polîsên Fransayê bi êrîşa li ser ciwanan desteser dikin. Ciwan radigihînin ku di çalakiyên xwe de bi biryar in. Di dîmenan de ji xuya dibe ku dema ku polîs êrîş dikin ciwanan dirûşma “Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan” qîr dikin.
Di çalakiya silavkirina gerîlayên azadiya Kurdistanê de dirûşmên “Gerîla Zap Avaşîn Metîna Selam SanaGerilla” hatin qîrîn, polîsan êrîşî gelek ciwan kirin. Dema ciwan dihatin binçavkirin,bi qîrîna dirûşmên “Bijî Serok Apo” “Bê Serok Jiyan Nabe” li hemberî polîsan li ber xwe da.
Hat ragihandin ku gelek ciwanên ku beşdarî çalakiyê bûne hatine binçavkirin.