TIRBESPÎ – Bi boneya 25ʹê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê ji aliyê Yekitiya Jinên Ciwan a Tirbespiyê meşek hate lidar xistin.
Meş, îro nîvro ji pêşiya navenda Yekitiya Jinên Ciwan dest pê kir.
Jinên ciwan ên ku beşdarî we meşe bûne, ala Yekitiya Jinên Ciwan, YJA-Strare hildan. Ji bilî wê pankartên bi nivîsên “Tundiya li dijî jinan sûcek li dijî mirovahiyê ye” û”Li dijî zihniyeta baviksalarî ya paşverû tê bikoşin” hatin vekirin.
Meş li navenda bajêr hat rawestandin û wedere berdevka Yekîtiya Jinên Ciwan, Rîm Dede, axaftinek kir û diyar kir ku jin civakê bi rêve dibe. Divê her kes bizanibe ku jin ji bo avakirina civakeke demokratîk têkoşînê dike.