DÊRIK- Pîrozbahî ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan ve hat lidarxistin. Bi sedan şêniyên herêma Koçeret beşdarî şahiyê bûn.
Şahî bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre endamê rêveber ê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê- Herêma Koçerat Sabir Xidir salvegera damezirandina PKKʹê pîroz kir û got: “Em salvegera damezirandina PKK’ê li gerîlayên pîroz dikin ku destanên qehremanî û fedakariyê li çiyayên Kurdistanê li dijî dagirkeran dinivîsin.”
Xidir bêdengiya navneteweyî ya li hemberî dewleta Tirk a ku çekên kîmyewî li djiî gerîlayan bi kar tîne, şermezar kir û diyar kir ku erka ciwanan e piştgiriyê bidin berxwedana gerîla.
Piştre stranên şoreşgerî ji aliyê hunermend Nîhad Hisên û Mihdî Hisên ve hatin pêşkêşkirin û govend hat gerandin.