TABQA – Yekîtiya Jinên Ciwan li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê di derbarê tezên azadiyê yên Rêber Apo de konferansek li kela Caber li bajarê Tebqa li dar xist.
Di konferansê de perspektîfên Rêber Apo hatin xwendin, piştre ji hêla jinên ciwan ve li ser bîrdoziya rizgariya jin a ku Rêber Apo pêş xistiye nîqaş çêbûn. Piştî wê ji bo azadiya Rêber Apo biryardariya bilindkirina asta çalakî û têkoşînê deket holê. Herî dawî ji bo azadiya Rêber Apo mosoger bibe plansazî hat derxistin.