Meş di bin duruşmeya Êrîşên Dagirkeriyê Îradeya Me Tune Nake bi dehan ciwan tevlî meşê bûn her wiha meş ji kolana Munîr Hebîb destpê kir bi siloganên Bê Serok Jiyan Nabe, Bijî Berxwedana Gerîla, Bijî Berxwedana QSD’ê YPG’ê YPJ’ê, Bimre Dagirkerî beriz kirin her wiha Ciwanan alên Rêberê Gelan Abdulah Ocelan, alên Tevgera Ciwanên Şoreşger û alên Yekîtiya Jinên Ciwan rakirin. Meş heta Wargeha Ciwanan bû li vir rawestiyan Ciwanan destpêkê deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî şehîdên şoreşê destpê kirin paşê li ser navê Kordînesyona Jinên Ciwan ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rîm Dade axivî:Di serî de berxwedana ji Şehba heta Dêrik û li çiyayên azad tê kirin em pîroz dikin. Ciwanên hêja dewleta faşîst li ser xaka Kurdistanê her dagirkerî parçe kirin deshilatdarî şer talan kirin li ser xaka Kurdistanê pêk tîne ne tenê dewleta tirkiyê di pêşî de dewleta tirk û li kêlekê hêzên emperyalîst yê ku ser kêşiya wê emerîka dike û partiya îxanetkar pdk’ê dike em weke ciwan û jinên ciwan yê ku xwe bi rêxistin kirine emê her li ser piya bin. Meş bi siloganên Bijî Berxwedana Gerîla bi dawî bû.