ÇEMÇEMAL- Ciwanên welatparêz ên Başûrê Kurdistanê yên herêma Çemçemal bang li ciwan û hemû beşên civakê kirin ku li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û faşîst ên li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê têbikoşin.
Bangawaziya ciwanên welatparêz ên herêma Çemçemal wiha bû:
Dewleta Tirk a dagirker zêdetirî 7 meh in êrîşî Kurdistanê dike. Di heman demê de Gerîlaya Azadiya Kurdistanê jî li pêşiya pêkanîna armancên xwe bûye asteng.
Lê bêrûmetiya Tirkiyê gihîştiye wê astê ku bi ti qanûnê nizane û şeva borî bi awayekî hovane êrişî Başûr û Rojavayê Kurdistanê kir û bi dehan welatî qetil kirin. Em wek ciwanên welatparêz bêdeng namînin û helwesta me wê dijwar be û çi ji destê me were emê bikin û nehêlin Kurdistan were dagîrkirin.