NAVENDA NÛÇEYAN- Artêşa Tirk a dagirker gundên Semoqa, Şêx Hîlal, Şêx Îsa û Bêlûniyê yên kantona Şehbayê topbaran dike. Di heman demê de gundên Soxanekê, Bênê, Ziyaretê, Dêr Cemal, Aqîbê, Kefer Antûn ên navçeya Şêrawa ya Efrînê tên topbarankirin.
Her wiha gundên Gozeliyê, Til Cuma, Tewîla, Um El Xêr, Til Leben, Til Şenan ên navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê û gundên Zormixar, Beyadî û Şêxlera Jorîn ên dikevin rojavayê bajarê Kobanê bi dijwarî tên topbarankirin.