NAVENDA NÛÇEYAN – Sopay Pasdaran a Îranê îro li bajarên Cewanro û Pîranşar ên Rojhilatê Kurdistanê bi tereme û sîlahên girn êrişî xwepêşanderan kirin.
Di berdewamiya serhildana 10 heftiyan a “Jin, jiyan, azadî” li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, îro li bajarên Pîranşar û Cewanro yên Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandan bi pêşengtiya jin û ciwan di nav kolanan de berdewame.
di heman demê de ligel veşartina termên şehîdên duh li bajarên Pîranşar û Cewanro, xwepêşandanên berfireh li van bajaran careke din dest pê kirin, lê hêzên pasdarên şoreşê bi çekên giran gule li xwepêşanderan reşandin û heta niha jî berdewam e.
Li gorî jêderên xwecihî û vîdyoyên ku hatine belavkirin, di encama êrişên ser serhildêran de li bajarê Cewanro herî kêm 3 welatî hatine kuştin û hejmareke berçav jî birîndar bûne.
Hevdem li bajarê Pîranşarê jî li gor dîmenên ku li ser torên civakî hatine belavkirin, bi tundî teqe li xwepêşanderan hatiye kirin, lê ti amarek derbarê hejmara qurbaniyan de berdest nîne.
Xwendekarên Zanîngeha Sineyê bi sirûda “Ey Şehîdan” li ber zanîngehê dest bi grevê kirin.
Xwepêşandanên li bajarên Îranê berdewam dikin, îro jî hinek welatî li ber avahiya parêzgariya Buşehrê kom bûn û siloganên “Na ji dîktator re” berz kirin.