NAVENDA NÛÇEYAN- Bi sedan ciwanên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê derketin xwepêşandanê û piştgiriya berxwedana Bakur û Rojhilatê Sûriye kirin û êrişên dewleta Tirk şermezar kirin.
Komîteya Ciwanan a Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê xwepêşandan orgenîz kir. Bi sedan ciwan li pêşiya hola civînan a li rojavayê taxa Şêxmeqsûd kom bûn û alên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Tevgera Jinên Ciwan, wêneyên rêber Apo û meşale hildan.
Xwepêşandan li herêma Cebênat a rojhilatê taxa Şêxmeqsûd rawestiya û veguherî mitingê. Paşê endama Komîteya Ciwanan a Meclisa Malbatên Şehîdan Sewsen Ismaîl destnîşan kir ku divê berxwedana têkoşeran bibe yek li hember êrişên li dijî gelên herêmê.
Sewsen êrişên domdar ên ku armanc dikin herêmê vala bikin, şermezar kir û piştrast kir ku azadî biha ye û gel amade ye ku fedakariyê bike.
Sewsen di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku divê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê destkeftiyên ku bi saya xwîna şehîdan bi dest xistine, biparêzin.