Dembaş hevalno,
Em hêvîdarin ku rewşa we baş be. Bawer bikin ji kelha berxwedan û fedaiyan gîhandina we û silavên ji we wergirtin ji bo me dibe bingeha çavkaniya moralê. Em îhtişama pêşarojan di yên paşarojan de dibînin. Me her roj xeyal dikir ku di cihê kî wê berxwedanê de em jî cîh bigirin, derb li vî dijminî ketî bixin û tola Devrîman, Hîwayan, Delalan, Çîçekan û gelek şoreşgerên egîd ku em anha nikarin navên wan rêz bikin rabikin û vaye ev roj hat û xwe li deriyên tunelên me dan. Em di riya bûyina şopdarên Zîlanan û di bûyîna fedaiyên Rêber Apo de di nava lêgerînên meşekê bêqisurde ne. Em taybet di wan rojên dawiyê de tim li vî dihizirin. Mina ku Rêberê me dibêje; “ Dîrok xwe dubarê dike.” Dibe ku hêlên xwe yên neynî jî dubare dikin lê belê hêlên xwe yên berxwedanê û yên serkeftinê jî xwe dubare dikin.
Ji duh ve di navberameya gerilayên HPG û YJA-Star ê û arteşa Tirk a metînger û çeteyên Erdoğan de şerekî dijwar tê jiyîn. Ji aliyê me de dehfik di leşkerên ku tên li ser tunelan tê teqandin û bi taqtiqa suîqastê tevgerîna dijmin ya rehet tê asteng kirin. Em dijmin di her keliyekî de dişopînin. Halê wan perîşan, rewşa wan jî mîna ku nizanibin wê ka çi bikin. Wekî ku her keliyekî de gerîla şev an jî roj dikare were pêşberî wan, ew bi vê tirsê dijîn. Artêşa Tirk di qadên şer de ewqasî bi disîplîn nîne. Lê ji bo ku dîmen nedin me jibo ku dengê xwe dernexin mîna ku zimanê xwe jê kirine li wan hatiye. Tabî bi taqtîk û yetenekên taybet yê gerîla ve em her li ber stûyê wanin. Ev ji tirsa nizanin bê ka çi bikin.
Dijmin ketibûna xwe ya herî mezin jiyan dike. Her roj dikevin qirika hevdu û heya dawî bê exlaqî jiyan dikin. Ev dijminê naberd nikare sîng bi sîng bi mere şer bike. Tenê rêyekî di destê wan de maye ew jî teqîn û şixûlandina kîmyasalane. Lê belê gerîlayê pisporbuyî vîya jî vala derdixîne.
Me wan rojên xwe berê de kelî bi kelî plansaz kirîbû. Bawer bikin, me xeyalê viya li pêş çavê xwe kir û senaryoya vî amade kir. Hertim bendika fîlmekî ku dawiya wî muhteşem be li pêş çavên me zindî dibû. Ne ku em bi tîmin xwe benda dijmîn man. Me xwe bi her tiştê xwe amade kir û wiha li bendê man. Dijmin her rêbazî ketî bikartîne. Di nava vî çiyayî de em ferqa wê yekêne û em wisa berxwe didin û wisa şer dikin.
Ev çiya ji bo me dayîkin. Em rondikên ku ji keviran diherikin, di her lêdanekî de hîs dikin. An jî tiştê kî ku li hevalekî bê, qirîna çiyayan tên gûhên me. Wan çiyayan bi rihin, zindî ne û wê me biparêzin. Emê jî tevahî tedbîrên xwe bigirin, jêre bibin piştevan da ku wê temam bikin.
Her carî dijmin dema xwe nêzî tunelan dikin em guleyek davêjin û ew mîna kuçikên har buyî direvin. Em mîna şervanan şerm dikin ku dijminekî me ya wisa heye. Em dibêjin xwezî dijmin jî dijmin ba. Erê heval, hûn jî dixwazin berxwedan û keliyekî ku vê derê tê jîyîn bikin malê dîrokê. Em jî di nav çeperên berxwedanê de dixwazin tiştên ku jiyan dikin û dibînin ji were vebêjin.
Anha hêjmarekî diyarker ya hevalên jin û hevalên xort li wê derê hene. Her yek jî wan egîdekî cuda yê welatê xwe ye. Evqasî qala hûrguliyên çalakiyên ku hatine lidarxistin kirin ku nikarin bi dawî bikin. Mirov qet bi qûhdarkirina wan aciz nabe. Me şahîdiya tirsonekiya dijmin jî kir. Êdî kesek nikare me bigire. Her ku derfetên me çêdibin, em her keliyekî dikişînin. Em dizanin û pêşbiniya wî dikin. Wê ev yek di nava rupelên zêrîn ya dîrokê de bê neqiş kirin. Em di nava serbilindiya jiyan kirina bi egîdan de ne. Her hevalekî ewqasî bi moral e. Wisa disekînin heçko yên ku rojane rastî erîşên kimyasal û teqînan tên hindekî din in. Ev vîna ku em ji PKK fêrbûn îro dîsa ji mere dibe rû.
Ger derfet hebûya me yê hemû dîmen û qeydê vir bigihandiba wan hevalan. Lê belê em dixwazin her kareyê ku li vê derê tê jîyin mina ku şehîd Xelîl Uysal gotiye “li vir di dilê xwe de bikolin.” Çavê me objektîf dilême jî anha şerîte. Her tişt di dilê hevalan de tê kolandin. Şahîdên wan keliyan dil û çavên me ne.
Niha çaven me hemû ser ketbuna vî dijminî deye. Dema ku dijmin di destpekê de nêzî çeperên berxwedanê bûn gerîlayên wê derê bangawaziya teslîmbûnê jêre kirin. Lê ev dijmin ji mirovbûnê fêm nake. Ji xwe piştre heval wan tar û mar kirin. Ev heya niha jî wisa berdewam dike.
Hevalên hêja me gelek beriya we kirîye. Silavên tevahî hevalên vir jî ji bo we hene. Em anha tevahî heval di cihên yekemîn, tunelên şer de dimînin. Her keliya me bi hevdûre ye. Vêdera em bi rêzdarî nêzî hevdû dibin û federkarî nîşan dikin. Exleqa PKK eve. Em çi jî dikin em jê moral digirn û gelek buyeran me jî dizivire henekan. Bê guman kenandina rêhevalên xwe jî mîna çalakiyek e. Dîsa me weke hevalên jin porên xwe qut kirine. Neku derfetên me kêmin. Her teqinekî de porên me qîj dibin. Dema ku hevalên xort jî me wisa dibînîn, dibêjin qey tiştek li me hatiye. Dema ku me porê xwe qut kir, ji me zêdetir hevalên xort pê êşiyan. Her ku diçin û tên di ber xwe de dibêjin; “ Em ê hesabê vê jî ji dijminê ketî bipirsin, her tişt sedema hesap pirsîna ji dijminê.”