CIWANRO – Li nexweşxaneya bajarê Ciwanro ya Kirmaşanê ji ber tundiya hêzên dewletê û hebûna hejmareke zêde ya birîndaran xwîn kêm bû.
Li gor zanyariyên ku ketine destê me, li bajarên Cîwanrûd û Pîranşarê ji bo tepeserkirina xwepêşanderan çekên kîmyayî û gaza CS hatine bikaranîn. Gaza CS wekî çekek “qedexe” tête hesibandin, û Peymana Belavkirina Çekên Kîmyewî ya 1993 qedexe dike û ceza dike. Tê gotin ku ev gaz “hexachloroethane” ye ku ji bo demkî çalakiya pergala nerva navendî asteng dike. gor datayê ku li Ciwanrûdê hatin dîtin jî nîşan didin ku hêzên zordar bi çekên doçka û çekên giran gule li sivîlên bêparastin reşandine.
Duh li bajarên Ciwanro û Pîranşar ên Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandanên mezintir bûn.
Li Ciwanro, hêzên Pasdarên terorîst gule berdan xwenîşanderan û bi kêmî ve sê kesên din hatin kuştin.
Herwiha bi sedema hebûna bi dehan birîndaran, banka xwînê ya nexweşxaneya Cewanro rastî kêmbûna xwînê hat, lê di demek kurt de bi sedan welatiyên bajarên din bi taybet li Kirmaşanê serî li navendên bexşandina xwînê dan.