KOBANÊ- Bi boneya nêzîkbûna 25ʹê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan, li herêma Firatê, Yekitiya Jinên Ciwan dijî cureyên tundiya li dijî jinan xwepêşandanek li dar xist. Meş ji ber meclisa navçeya Qinê bi dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” dest pê kir û li ber saziya Ismayîl Ebdî rawestiya. Deqeyeke rêz hat girtin. Piştre endama a Yekitiya Jinên Ciwan a bajarê Kobanê Friyal axivî û got “Dijmin ji jinan ditirse ji ber wê êrişî wê dike da ku rê li ber bigire ku bighêje azadiya xwe û rola wê di rizgariya Kurdistanê de asteng bike, ji ber vê yekê jinan dike hedef.” Jin, Jiyan, Azadî”. deqeyeke rêz hat girtin. Piştî wê, koma Jinên Ciwan şanoyek li ser qelsbûna rola jinan pêşan da.
Çalakı bi slogan ′Jin, Jiyan, Azadî′ bi dawî bû.