NAVENDA NÛÇEYAN- Endamê rêveberiya Tevgera Ciwanên Şoreşger Ronahî Cûdî li ser 25 ê Mijdarê ji ajansa me re axifî. Ronahî Cûdî ev êrîşên ku çêdibin giştî bi hişmendiya zilamperestî çêdibe.
Axaftina Ronahî Cûdî wisa ye: ”Navê min Ronahî Cûdî ye ez rêveberiyê Tevgerê Ciwanên Şoreşger ê Helebê me. Li ber çavên me ye ev êrîş ku bi tayîbet li ser Jin tên kirin li seranserî cîhanê bi taybet di nava gelê Kurd da li çar perçeyên Kurdistanê. Ev êrîş ku li ser jin tên meşandin bi tayîbet hemû dewlet dixwazin,dewleta Tirk jî esas hedefê wî armanca hevalên me yê Jin şehîd bixîne çi di xebatê eskerî de dibê çi di xebatê nava gel de jî dibê dixwaze bi kuştinê îradeya jinê bişkîne , di hemû cîhanê de, di kîjan dewletî de dibe li ber çavê me ye di hemû dewletên cîhanî de Jin nikare mafê yê azadiya bi dest bixîne çima..? Niha bi fikir û felsefeya Rêber Apo em wek jinên kurd gihîştin vê rojê, me wek Jinên kurd îrade girtiye, îradeyekî me heye îradeya me ji fikir û felsefê Rêber Apo tê. Li çar perçeyên Kurdistanê em wek jin em bi xwe xwe rêve dibin em her tîştî bi xwe dikin rêxistinê me wek Jin cuda hene,YJA STAR heye YPJ heye Yekîtiya Jinên Ciwan heye Kongira Star heye, Mala Jin heye ewqas beşên Me yên xweser hene Hedefa dewleta çi ye..?.dixwazê vê îradê vê hêzê vê azadiyê bişkîne em wek Jinên Ciwan em ji hemû dewletan re dibêjin bi tayîbet em ji dewleta tirk re dibêjin vê êrîş xwe heya ku derê derbas bibê em ji Erdogan bi tayîbet re dibêjin tu nikare îrada jin bişkîne tu nikarî mafê me ji me bistînî ,hêza Jin nayê şikênandin Ne tenê Erdoxan û hemû dewletên pê ra hemû wê bibin kevin bi hêza Jin îrada Jin bi her tiştî ku girêdayî Jin wê ev tişt bi bin bikeve, em dîsa dibêjin li cem me Jin esase û li hemî dunyayê da yê esasî di dunyayê da ye, yê ku dîrokê nû dike yê ku dîrokê her roj bi roj sat bi sat gav bi gav dîrokekî nû dide ava kirin dîrokekî ku di dunyayê de neyê jibîrkirin Jin e mînak Jîna Emînî di kesayeta Jîna Emînî da serhidana rabûye di vê dawiyê da di kesayetê heval Sara da heval Bêrîtan da kesayetê heval Zîlan da di kesayetê van hevalan da bi hezara Jin herikîn qadan bi sedan li ber çavê me ye Jin derdikevin azadiya xwe dixwazin azadiya xwe ya ku ev ewqase sal bûn ev zihniyeta bavksalarî bişkînin bi taybet ev êrîşê ku Erdoxan dike di şexsê ewqas hevalan de di şexsê Şehîd Sosin de di şexsê Şehîd Jiyan Tolhildan de di şexsê ewqas hevalan de hemû fermandarên me yî Jin Şehîd dixînin dixwaze tenê ku çi bike îrada me bişkîne. Kî dibê bila bibê her çar parçeyê Kurdistanê îrada Jin nayê şikandin hêza jin nayê şikandin em dîsa dibêjin emê her hebin bi taybet wek ciwan û jin emê her li ser piya bin heyanî ji me were çawa Rêber APO got “Emê bi jin û ciwanan bi ser bikevin” emê dîsa jî vê gotinê dubare dikin, îro carekî din emê her hebin emê her di qadan de bin û emê di her saziyekê de bin.”