NAVENDA NÛÇEYAN- Li dijî êrîşên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwanên Qamişlo daketin qadan.
Îro Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan yê bajarê Qamişlo li dijî êrîşên dewleta Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşek li dar xistin. Meş ji ber derman xaneya Deham destpê kir, ciwanan bi silogana bijî berxwedana QSD’ê dest bi meşa xwe kirin her wiha pankartên Li dijî her cûre êrîş û qirkirinan dem dema tolhildanê ye rakirin di heman demê de alên Rêberê Gelan Abdulah Ocelan alên YPG alên Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan rakirin. Maşa ciwanan li ber çerxerey Felahîn rawestiyan her wiha ji bo tevahî şehîdên şoreşê deqeyek rêzgirtin hate girtin biştre li ser navê endamê ciwanan Şêrhat Ahmed axivî û got: di serî de em sersaxiyê ji tevahî malbatên şehîda re dixwazin û em êrîşên li ser herêmên me em şermezar dikin ev êrîş bê bersiv namînin em weke ciwan em ji bona şerê li dijî dewleta faşîst amadena em dibêjin soza tolhildane.