NAVENDA NÛÇEYAN- Tevgera Jinên Têkoşêr (TêkoJIN) bi navê “Tîrêjên Rojê“ klîbek derxist. Mijara klîba “Tîrêjên Rojê“ têkilî û nakokiyên jinên ciwan ên bi pergala kapîtalîst, baviksalarî, û veqetîna ji pergala modernîteya kapîtalîst e.
Di klîbê de, têkoşîna jinên ciwan, hatina ba hev di nava rêxistinê de bi awayekê hunerî tê nîşandan. Jinên ciwan ên klîba amade kir, got ku TêkoJIN’ê bi amadekirina sirûdê xwestiye ku deng li hemû jinên ciwan bike û bang li wan bike ku tev li pêngava birêxistinê bibin.
TêkoJIN’ê, 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Navnetewî û çalakiyên protestoyî yên jinên li seranserê cîhanê têdikoşin, bi klîba ‘’Tîrêjên Rojê silav kirin.
Ristên sirûdê ev in:
“em tirêjên rojê ne
rêwiyên azadiyê ne
fikrên me de hêviyên me
di meşa me de têkoşîn
di fikrên me de hêviyên me
navê me ye TêkoJIN
~
dorpêça qanûna ne
beden û ruh hîn bindest e
nefesa me nemaye
destên dirêj li ser qirika me
~
jana me hemû wek hev
me xwe kir yek ref bi ref
taqeta me nemaye
teniya rê têkoşîn e
~
di warê şahmeranan de
qetlîama hovane
dema me pir nemaye
çavên me li rê ne“