BEHDİNAN – Endama Komalên Jinên Ciwan Zilan Dersîm giredayî 25’ê Mijdar û Salvegera PKK’ê ya 44’emin ji ajansa me re axivî.
Zilan Dersîm behsa têkoşîna tevgera jin kir û got; “Em dibêjin ku cihê herî zêde jin tê de avakirin û bi pêşengtiya jinê şoreşa jiyanê tê avakirin partiya me PKK’ye fikrê Serok Apo ye. Ji ber ku Serok Apo dibêje “Partiya me partiya jinê ye. Partiyekî ku ez teslîmê jinê dikim ku jin vê partiyê bi rêve bibe.”
Disa Dersîm bang li hemû jinên ciwan û ciwanan kir ku tevlê hamleya “Werin Cenga Azadiyê” bibin.
Di serî de 44’mîn salvegera partiyê li Serok Apo di kesayeta heval Sara, heval Zîlan, heval Mezlûm, heval Heqî û tevahî şehîdên şoreşê li wan pîroz dikim. Di roja me ya îro de di kesayeta heval Helbest û heval Baz de hemû cangoriyên azadiyê, hevalên ku di tûnelên şer de di qadên şer de ku li berxwe didin li wan pîroz dikim.
Bi pêşengtiya jinê şoreşa jiyanê tê avakirin
Weke tê zanîn meha Mijdarê ji bo gelê Kurd û gelê cîhanê mehekî pir bi wate û pîroze. Ji ber ku avabûna PKK’ê ye’ yekemîn 1’Mijdarê roja salvegera Kobanê, roja cîhanî ya Kobanê ye ku cîhan li beramberî êrîşên Kobanê rabû, piştgirî dan Kobanê. Roja 25′ Mijdarê roja tundiya li beramberî jinê ye. Ew roj bi rastî wekî tevgera PKK wekî tevgera jin PAJK’ê. Bi rasti jî ji bo me rojekî ku em bi karibin li beramberî zihniyeta heyî, zihniyeta zilamsalarî ku her roj di aliyê ruhî de, di aliyê fikrî de êrîş li ser jinê hene û em dibêjin ku cihê herî zêde jin tê de avakirin û bi pêşengtiya jinê şoreşa jiyanê tê avakirin partiya me PKK’ye fikrê Serok Apo ye. Ji ber ku Serok Apo dibêje “Partiya me partiya jinê ye. Partiyekî ku ez teslîmê jinê dikim ku jin vê partiyê bi rêve bibe” Bi rastî mirov îro dibîne. Li her derê di kesayeta hevalên şehîd de ev pêşengtî tê kirin. Bi taybetî di roja îro di tûnelên şer de li Zap, Avaşîn, Metîna, li Xakurkê, li her derê mirov dibîne ku hevalên me di tûnelên şer de li beramberî hemû êrîşên heyî li berxwe didin. Bêyî ku bizanibin westandin çiye, bêyî ku bizanibin êrîşên dijmin ên hovane ku tê kirin li beramberî vê tirsekî hebe, bi fedayî şer dikin û li berxwe didin. Ji ber ku gerîlayên azadiyê xwedî hedef in, xwedî armanc in. Ji bo vê tu carî astengiyan li pêşiya xwe nasnakin û me ev di kesayeta 17 hevalên şehîd ku bi gazên kîmyawî hatin şehîd xistin, me di kesayeta wan hevalan de dît ku çi astekê de, çi berxwedanî, çi fedekarî tê meşandin. Mirov dibîne ku dewleta Tirk îro ketiye astengiya herî mezin. Bi vê astengiyê ji bo ku bi karibe îradeya gerîla bişkîne, ji bo ku bi karibe nasnameya gelê Kurd binax bibe hemû êrîşên hovane tîne ser gerîla.
Ne tenê dewleta Tirk hemû hêzên desthilatdar piştewaniya vê dewletê dikin. Raste dewleta Tirk wekî amûrekî tê bikaranîn. Ema hemû dewletê dagirker, hemû hêzên desthilatdar êrîşên xwe bi desteka çekên ku dide dewleta Tirk dixwaze vê hêzê, vê îradeyê bişkînin. Lê gerîlayên azadiyê gelê Kurd ne tenê gelê Kurd, îro gelê cîhanê bi fikrê Serok Apo ku 24 sale di nav zindana Îmraliyê de bi berxwedanî, bi tekoşîn, bi fikrekî azad ji bo gelê xwe, ji bo netew û ji bo hemû gelê bindest li ber xwe dide. Mirov dibîne ku gerîla jî bi vê fikrê bi berxwedaniya Rêber Apo hêz digrin û li beramberî dewleta Tirk şer dikin.
Astengiya herî mezin insane, kesayeta însan bi xwe ye
Dewleta Tirk êrîş û îşkenceya ku li ser Rêber Apo pêk tine, cezayên disiplînê ku li ser Rêber Apo dibirin bi vê êrîşê dixwazin ku peywendiya me û Serok Apo ji hev qut bikin. Feqet herkes jî dizane, ne bi qut kirinan ne bi êrîşan ne jî bi cezayan vê peywendiya me qut bikin. Ji ber ku peywendiya me peywendiyekî îdeolojîke peywendiyekî fikrî ye. Dibe ku Rêber Apo bi fîzîkî dûrî me be, ema her kêlî em dixwazin ku Rêber Apo di jiyana xwe de pêk bînin û li ser şopa Rêber Apo li beramberî hemû êrîşên heyî xwedî li gel û gelê cîhanê, gelê bindest derkevin. Bi vê fikrê jî mirov dibîne ku hevalên me jî îro vî şerî jî bi vê fikrê didin meşandin, bi vê hêzê didin meşandin. Li beramberî hemû zor û zehmetiyên heyî, bi îradeyekî mezin li ber xwe didin. Bi rastî jî ji ber ku tu astengiyan nas nakin. Serok Apo jî dibê “Astengiya herî mezin insane, kesayeta însan bi xwe ye.” Li beramberî xwe ji bo vê jî, ji bo derbas kirina kesayeta xwe jî bi hemû hewildanan bi hemû fedekariyan li ber xwe didin. Ji bo wê jî ev hêzê ku niha gerîla girtiye ev tekoşînê ku civaka me dide meşandin ev serhildanên ku îro li Rojhilatê Kurdistanê bi qetil kirina Jîna Emînî re destpê kir, serhildanên gelan ku çêdibin, bi pêşengtiya jinan bi silogana “Jin Jiyan Azadî” ev hemû mirov dibîne ku ji fikra Rêber Apo bingeh digrin. Ji avabûna PKK ji 27’ê Mijdarê bingeh digrin. Ji ber ku beriya vê rojê me dît ku dewletên dagirker hemû hêza xwe êrîşê gelê Kurd dikirin ku gelekî di man û nemanê de bu.
27′ ê Mijdarê ji bo civaka Kurd bû roja vejînê
Hinekan digot gelê Kurd heye, hinekan digot gelê Kurd nine. Feqet bi avabûna PKK’e re roja 27′ ê Mijdarê ku di sala 1978’an de bi pêşengtiya kadroyên pêşeng û Serok Apo ku li Amedê kongreyek lidar xistin me dît ku ji bo civaka Kurd bû roja vejînê, bû roja avabûna gelê Kurd. Ne tenê avabûna partiyekî, ne tenê avabûna komekî bû. 21-22 kesan destpêkir îro em dibînin ku di cîhanê de banga gelê Kurd çêbû ye. Ji ber ku bi hemû hewildanê xwe ji wê rojê heta roja îro hemû ciwanên Kurdistanê ku beşdariya xwe di nava vê partiyê de çêdikin. Ji bo têkoşîn, ji bo azadiya gelê Kurd û hemû gelên bindest de îro ne tenê ciwanên Kurd li her dera cîhanê em dibînin ciwan azadiya xwe di nav vê fikrê de dibînin, di nava vê rojê de dibînin. Ji bô wê 27’ê Mijdarê ji bo me xwedî girîngiyek pir mezin e, em dibêjin her gerîlayek her însanek ku di Kurdistanê de jiyan dike vê rojê weke roja ji dayik bûna xwe dibîne. Ji ber roja 27’ê Mijdarê bi ked û hewildanek mezin, bi zor û zehmetiyek mezin hate ava kirin.
Lê îro mirov encamê vê dibîne ku li her derê ji bo parastina vê rojê têkoşîn û berxwedaniyek pir mezin tê meşandin. Ji bo vê her ciwanekî erkê me eve ku em bikaribin xwedî li vê rojê derkevin, xwedî li fikrê Rêber Apo derkevin. Heger em dibêjin em ciwan in em pêşengtiyê dikin, ji bo civakê ji ber Serok Apo pêşengtiya vê jiyanê pêşengtiya vê partiyê daye ser milê ciwanan. Îro mirov dibîne ku li her qadên şer jî yên ku li beramberî van êrîşan li ber xwe didin jî ciwanin. Bi ruhê ciwantî li ber xwe didin. Ji bo wê dibêjim ku heger bi rastî jî em vê hêzê pênasa xwe dikin ku em dibêjin ciwan hêza şoreşê ye, hêza ava kirina şoreşê ye û ev erkê me ye.
Serokê xwe fîzîkî azad bikin û xwedî li keda Serokatî derkevin
Her ciwanek pêwîste destpêkê xwedî li Serok Apo derkeve. Ji ber ku serok hemû jiyana xwe ji bo me daye, ji bo ciwanan ji bo pêşerojekî azad daye. 24 sal tu kesekî hete niha û tu serokê dewletekî ji bo netewa xwe, ji bo gelê xwe, ji bo ciwanên wî gelî jiyana xwe nedaye. Mirov vî tiştî eşkere dibîne, Serok Apo ji bo parastina gel, ji bo parastina ciwanên Kurdistanê, ji bo pêşerojekî azad, ji bo zarokên Kurdistanê 24 sal di nava 4 dîwaran de li ber xwe dide û heta roja îro de ruxmî hemû êrîşên heyî dest ji vê tekoşînê dest ji vê fikrê bernade. Ji bo wê pêwîste em jî tu carî maf di xwede nebînin ku em rihet jiyan bikin. Jiyanekî rehet ji bo xwe qebûl bikin pêwîste tekoşîna me ya yekem ew be ku em bi karibin Serokê xwe fîzîkî azad bikin û xwedî li keda Serokatî derkevin. Ya din em dibînin ku êrîşekî pir mezin li beramberî Kurdistanê li beramberî çiya yên me, li beramberî xwezaya me, li beramberî rê hevalên me, li beram berî jinên vî welatî êrîşekî pir giran heye. Ji bo vê em jî weke ciwan jiyanekî rehet ji bo xwe qebûl nekin. Ji ber ku em hêza ava kirina şoreşê ne. Heger em dibêjin û pênasa xwe dikin pêwîste em bizanibin ku bê welatek azad em nikarin jiyanek rehet jiyan bikin. Pêwîste tu tirsekî li beram berî tu tiştekî ne be. Tu tiştek nema ye ku em jê bitirsin. Heger em bitirsin em bêjin em dev ji xwendina xwe berdin.
Di welatekî de heger tu nikaribe bi zimanê xwe bi axive tu nikaribî bi nasnama xwe, xwe bînî ser ziman ti wateya vê xwendinê nine. Heger mamosteyekî bêje ez mamostetiya xwe bikim, heger ew mamoste di welatekî de nikaribe wan zarokên vî welatî alife beya Kurdî nikare bide xwendin nikare pênaseya azadiyê bike nikare pênaseya xwendin û mamostetiya xwe bike. Jinekî heger bêje ez jiyana xwe berdewam bikim, bi taybet jinekî vê jiyanê ji xwere qebûl neke ji ber ku êrîşên herî giran li beramberî jinê heye. Ji bo vê jî pêwîste bi erk û berpisyariya xwe rabe.
Berê xwe bidin cenga azadiyê
Di dîrokê de mirov dibîne ku gelek jinên qehreman derketine, gelek jinên pêşeng derketine. Ji bo vê jî ji jinekî ku normal, jiyanekî normal ji xwere qebûl bike pêwîste jiyanekî şoreşgerî ji xwere qebûl bike, çeka hevalên şehîd rakin. Wekî kesayeta heval Bêrîtan, weke kesayeta heval Zîlan weke gelek hevalên din ku roja meya îro şehîd dibin pêwîste çeka wan hevalan rakin û berê xwe bidin cenga azadiyê ji bo vê ez dibêjim ku ev roj roja tekoşîn û berxwedanê ye roja xwedî derketina li keda hevalên şehîde roja xwedî derketina li serokatiyê ye roja xwedî derketina li jiyana azade.
Ji bo wê her ciwanek pêwîste ji tu tiştekî netirse û berê xwe bide tekoşînê çeka hevalên şehîd li erdê nehêle. Serok Apo dibêje “Şoreşa me şoreşa wijdanê ye” heger em pênaseya şoreşek wisa dikin wekî ciwan bi taybetî pêwîste em xwedî li vê şoreşa wijdanê derkevin. Îro roj em dibînin ku hemû dewletên desthilatdar, hemû hêzên ser me de li beramberî şoreşa wijdanî bê wijdan guhê xwe çavên xwe ji bo hemî tiştî girtine û bêdeng mane. Ji bo şoreşa azadiyê ji bo vê yên herî bi wijdan be ciwan in yê ku xwedî wijdan be û xwedî li vê şoreşê derkevin jinên ciwan in. Em dibînin ku hevalên me bi gazên kîmyewî şehîd dikevin. Herkes ji me dîmenê van hevalan dît.
Bi pêşengtiya vê partiyê em dikarin azadiya xwe pêk bînin
Em pê hestiyar dibin. Hestiyar bûna me ne ewe ku em xwe teslîmî dijminê xwe bikin hestiyarbûna me wê bibe kînekî li beramberî vî dijminî. Emê bikaribin tola van hevalan rakin. Bi hestiyarbûnekî civakî em nikarin tola hevalên xwe rakin. Bi pêşengtiya vê partiyê em dikarin azadiya xwe pêk bînin, em dikarin azadiya civaka xwe pêk bînin, em dikarin azadiya welatê xwe pêk bînin, azadiya hemû gelê bindest pêk bînin. Ji ber ku erka ku îro dikeve ser milê me ne tenê erka azad kirina civaka Kurde. Li Rojhilatê Kurdistanê îro ku serhildan destpê kirine em dibînin ku ji Belucistanê heta heta Kurdistanê li Azerbacanê dibînin ku jin dest dane destê hevdû li himberî vê zihniyetê tekoşîn dikin. Li beramberî zihniyeta ku jinê biçûk dibîne, jinê lawaz dibînê, têkoşîn dikin. Ev hemî jî em dibînin bingeha xwe ji fikra Rêber Apo digre, ji 27’ê Mijdarê digre, roja avabûna PKK digrê. Ji ber PKK ji bo gelan bû mîladek, bû ji nû ve ava bûnekî, bû cejnekî vejînê. Ji bo wê em hemû ciwan pêwîste xwedî li vê rojê derkevin. Ji ber ev erka me her ciwanekî ye û em xwedî derketina me yê çawa bibe emê bikaribin sîlaha rêhevalê xwe rabikin û berê xwe bidin cenga azadiyê.
NC// Zerya Bagok