QAMIŞLO – Dewleta Tirk a faşist 19’e Mijdarê heya niha li seranserê Rojavayê Kurdistanê erîşekî ya dagirkerî da destpê kirin.
Li ser vî esasî gel û ciwan helwesta xwe diyar kirin û gotin çi dibe bila bibe em axa xwe bernadin. Li ser vî esasî ajansa me daket kolanan û nêrîna jinên ciwan ên Rojavayê Kurdistanê derheqê erîşan girt. Ji ber êrîşên dewleta Tirk a faşîst jinên ciwan li kolanan nêrînên xwe anîn ziman.
Wek mînak Can Welat, endama Yekîtiya jinên ciwan ya ji Qamişlo dibêje: “Bila Tirkiye bizane gelê Rojava ji êrîşan natirse û bi taybetî jî weke jinên ciwan çi pêwîst be em ê bikin. Em ê teqez bi ser bikevin”. Jineke ciwan a ji Qamisloyê ya bi navê Revan jî xwe wiha tîne ziman: “Êrîşên dijmirovahî nikarin zirarê bidin me, emê weke jinên ciwan berdewam bikin. em hêvî dikin ku hemû jinên ciwan bi awayekî aktîf beşdar bibin.”
NC// Nujiyan Ocalan