BEHDÎNAN – Gerîlayan 44’emîn salvegera Partiya Karkerên Kurdistan, PKK’ê pîroz kirin.
Di torena ku bi deqîqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên şoreşê destpê kir, Endamê Koordînasyona Komalên Ciwan Ozgur Şerker axivî û destnîşan kir ku têkoşîna PKK’ê ya 44 salan berdêlên giranbûha daye û gihîştiye roja îro.
Her wiha hate gotin ku tevgera PKK’ê di şexsê Rêber Apo de weke tevgera ciwanan derketiye holê û îro jî lim hemberî wê yekê dewleta Tirk a dagirker-faşîst li dijî ciwanên Kurdistanê rêbazên şerê taybet bi kar tîne.
Di axaftînê de hat gotin ku têkoşîna PKK’ê wê her bi rihê ciwantî bidome û wiha hat gotin;
“Salvegera 45. a têkoşîna me ya azadiyê, 45. salvegera PKK’ê wê bi ruh, vîn û baweriya ciwanan bi serkeftinê tacîdar bibe. Divê dewleta Tirk a faşîst bizanibe ku heta ku ciwanên Kurdistanê hebin, heta ku ciwanên Apocî liser vê axê jiyan bikin ji wan re serkeftin nîne. Êku biserkeve ev ruhe, ruhê ciwantî ya Rêber Apo ye. Bi vî şiklî em di sala 45. ya têkoşînê de serkeftinên mezin jiyan bikin û bi gelê xwe ya welatparêz bidin jiyan kirin.”
Toren bi dirûşmeyên “Bijî Serok APO”, “Bê Serok Jîyan Nabe” û “Jin, Jîyan, Azadî” û govendê bi dawî bû.
NC //Zerya Bagok