ŞEHBA- Şêniyên Efrîn û Şehbayê, ji bo silavkirina salvegera 44’an a damezrandina PKK’ê daketin qadan.
Destpêkê ji gundê Til Qerah ê Şehbayê hate bi Kampa Serdemê bi qîrîna dirûşmên ji bo silavkirina berxwedana gerîla meşiyan.
Girseya gel piştre jî li qada Kampa Serdemê mîtîngek lidar xist û ji bo bîranîna şehîdan deqeyek rêz girt.
Piştre jî bi navê rêveberiya Efrîn û Şehbayê Newroz Efrîn û ji Meclîsa Kantoan Şehbayê jî Mihemed Wês axivîn.
Qisekeran salvegera damezrandina PKK’ê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gelê Kurd pîroz kirin û destnîşan kirin ku bi ruh û coşa damezrandina têkoşîna azadiyê, wê dagirkeran têk bibin.
Di şahiyê de girseya gel govend gerand û li ber stranên şoreşgerî salvegera damezrandina PKK’ê pîroz kir.