NAVENDA NÛÇEYAN- Îro li kantona Hesekê daxuyanî ji aliyê Mala Gaziyan û Tevgera Ciwanên Şoreşger ve daxuyaniyek hat dandin. Li ser navê Tevgera Ciwanan Huseyn Elî Ebar û li ser navê Mala Gaziyan Rêber Dirêbiaiye daxuyanî xwend .
Ji bo raya giştî : ”Li ser Navê Tevgera Ciwanên Şoreşger em êrîşên faşîzma dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriye û çiyayên Kurdistanê şermezar dikin,ev êrîş bi armanca ku felsefeya Rêber APO belav nebe ,têkbirina pirojeya netewa demokratîk û dûrxistina civakê ji rastiyan pêk tên . Em weke Tevgera Ciwanên Şoreşger van êrîşên ku li ser gelê me û herêmên parastina medya pêk tên qebûl nakin ,em ê li hember van êrîşan û tûndiya li dijî Rêber APO pêk tên re bibin mertal û sînor û em bang li hemû ciwanan dikin ku tevlî Hêzên Sûriye Demokratîk û Şerê Gelê Şoreşgerî bibin û parastina destkeftiyên şoreşê û nirxên şehîdan bikin. Em ê li dijî vê komploya navdewletî ya li dijî Rêber Abdulah Ocalan û êrîşên ku ji aliyê dagirkeriya dewleta tirk li dijî gelê me pêk tên helwest nîşan bidin. Em ê piştigiriya hevalên xwe yên gerîla ên li çiyayên Kurdistanê û Herêmên Parastina Medya bikin.”