TEBQA- Têkildarî mijarê, endamê rêveberiya Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê Dîya Mihemed li pêşiya Navenda Şehîd Hanî El Ilês daxuyaniyek xwend.
Bi dehan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan ku çek rakiribûn, tevlî li çalakiyê bûn.
Dîya Mihemed destnîşan kir ku êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê bi armanca têkbirina îradeya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, yê ku bi Hêzên Sûriya Demokratîk re li dijî çeteyên DAIŞ`ê serkeftin bi dest xistin.
Mihemed ragihand di çarçoveya mafê parastina rewa de û ji bo parastina destkeftiyên Şoreşa Rojava ew amade ne li kêleka Hêzên Sûriya Demorkatîk li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker şer bikin.
Bang li ciwanan jî hat kirin ku berpirsiyariyên parastina herêmê hildin ser milê xwe.