HESEKÊ- Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê û endamê saziyên sivîl ên ku xwepêşandan kir, wêneyên Rêber Apo û şehîdan û alên tevgerê rakirin.
Xwepêşandanê ji pêşiya navenda tevgerê dest pê kir û dirûşmeyên “Na ji dagirkeriya Tirk re” hatin berzkirin.
Xwepêşandêr li Çarxerêya Gardînya rawestiyan. Li wir endama tevgerê Êlîza Hiso axivî û diyar kir ku armanca êrişên dagirkeriya Tirk ên li seranserê Kurdistanê bi armanca tunekirina tevgera rizgariyê ya Kurdistanê ne.
Êlîza daxuyand ku Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan wê li hember van êrişan berxwedanê bilind bikin û di nava çalakiyan de bin.
Xwepêşandan bi dirûşmeyên wekî “Bê serok jiyan nabe” û “Na ji êrişên Tirkiyê re” bi dawî bû.