NAVENDA NÛÇEYAN – Li hemberî êrîşên dewleta Tirk a faşîst û Îranê yên li ser Kurdistanê zêde dibin, enternasyonalîstên ji Hindistanê ji bo dilsoziya bi civaka Kurd re peyamek vîdeoyî weşandin.
Danasîna peyama vîdeoyê wiha ye;
“Di 19’ê Mijdarê de Tirkiye dest bi operasyoneke leşkerî ya dijwar kir. Ev jî piştî xwepêşandan û şoreşa mezin a li Rojhilat û Îranê bi banga “Jin Jiyan Azadî” derket holê, dewleta Îranê jî dest bi êrîşên tund kir.
Em ji Hindistanê peyama hevgirtinê dişînin Kurdistanê. Bombebarana sivîlan, hêzên parastinê, nexweşxane, ambûlans û pêdiviyên xwarinê, bikaranîna çekên kîmyewî, binçavkirin û kuştina xwepêşanderan nîşan dide ku ev êrîşên li dijî jiyana azad û demokrasiyê ne. Em dibêjin: Em li tenişta Kurdistanê ne!
Daxwaza me ya ji bo protestokirina li gelek bajarên Hindistanê hat tepisandin. Dema ku me hemû çalakiyên ji Kurdistanê û ji deverên cuda yên Ewropayê dîtin, me fêm kir ku divê em ji dûr ve jî piştgiriya xwe ji bo civaka Kurd nîşan bidin.
Em bang li dostên xwe yên cîhanê dikin ku piştgiriyê bidin. Niha dema çalakiyê ye. Serkeftin û bijî berxwedan!”