LÛZERN – Endamên TCŞ’ê (Tevgera Ciwanen Şoreşger) û TekoJIN (Jinen Ciwan en Tekoşer) li Kantona Lûzernê ya Swîsreyê bi dirûşma “Azadiya Rêber APO azadiya me ye, Werîn Cenga Azadiye” çalakiyek li dar xistin. Gelek ciwan tevlî çalakiya li Lûzern Bahnplatzê bûn. Di çalakiyê de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo, Bê Serok Jiyan Nabe!” hatin avêtin.
Di çalakiya ku bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna hemû şehîdên şoreşa Kurdistanê destpê kir, li ser navê TCŞ û TekoJIN’ê axaftin hatin kirin, bi zimanê Elmanî daxuyanî hat xwendin û çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.