Seqiz – Ciwan di kom û pêngavên cuda de xwe birêxistin dikin. Îro komeke din a ciwanan bi navê “Zarokên Agirê Seqizê” çalakiyên xwe û destpêkirina têkoşîna xwe ya şoreşgerî ragihandin.
Bangawaziya komaZarokên agirê Seqizê wiha ye:
Silav û rêz ji bo gelê Kurdistanê
Em koma “Zarokên Agir” hebûna xwe ya li Rojhilatê Kurdistanê radigihînin.
Em bi ruhê şehîdan hatin dinê. Em zarokên agir ji bo tola xwîna hevrêyên xwe yên li kolanan û yên li çiyayan hilînin. Em li agir digerin.
Armanca me hilweşandina komara îdamê û paqijkirina welatê me ji jalan e. Em encama rondikên dayikên şehîd û nalînên zarokên wan ên şehîd in.
Em ê li welatê xwe ji bo caş û xwefiroşan rehet nebin.
Jin jiyan azadî