ATÎNA- Li paytexta Yewnanistan Atînayê, bi pêşengiya Tevger Ciwanên Şoreşger (TCŞ), bi meşekê tercîda li ser Rêber Apo hat protestokirin.
Ciwan bi pêşengiya TCŞ’ê li qada Syntagmayê ya ku Parlamentoya Yewnanistanê lê ye, hatin ba hev û li dijî tecrîda li ser Rêber Apo meşiyan.
Ciwanan alên PKK, KCK û wêneyên Rêber Apo hildan û ji Syntagmayê heta qada Monastirakiyê meşiyan.
Ciwanan di meşê de bê navber dirûşme berz kirin. Meşa ciwanan bala kesên li derdor dikêşand. Ciwanan ragihandin ku heta ku tecrîd bi dawî dibe, wê her hefteyê roja Înê çalakiya xwe bidomînin.