Kirmaşan- Ciwan ji bo parastina mafên xwe di nava kom û çalakiyên cuda de xwe birêxistin dikin.Îro komeke din a ciwanan a bi navê “Zarokên Agirê Kirmaşanê” çalakiyên xwe û destpêkirina têkoşîna xwe ya şoreşgerî ragihandin.
Bangawaziya koma Zarokên agir ên Kirmaşanê wiha ye:
Silav û rêz ji bo xelkê bajarê mezin ê Kurdistanê Kirmaşanê
Em lawên agir li Kirmaşan/Kurdistanê hebûna xwe radigihînin.
Armanc û bedewiya me ya Kirmaşanê! Ji bo birêvebirina çand û aboriya Kirmaşanê avakirina sîstemeke xweser e.
Em ewladên agir in û ne girêdayî tu partî û tevgerekê ne!
Kirmaşan cihê Milkan Emes e! Em zarokên agir hatin ji bo tola xwîna gelê ku li kolanan hatiye rijandin hilînin. Tolhildan Bi dehan salan bindestî û desthilatdarî-navendî.
Dijmin agir berda Kirmaşanê,
Ziman û Çanda Kirmaşanê dişewite
Aborî û jiyan di agir de ye,
Em hatine ku vî agirî bixin destê dijmin û kedkaran.
Lak, Kalhur, Yarsanî, Jaf, Farisî û…! Alîkariya me bikin ku em agir berdin malên zaliman!
Bijî jiyana azad
Bijî jin, jiyan, azadî
grûpa Roleyel Agir Kirmanşah