WAN – Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Îrfan Dirok 2’yê Kanûnê saet di 22.00’an de li Taxa Wan Koyiçî 2 kamerayên ewlehiyê yên markayê Aselsan îmha kirin.
Têkildarî çalakiyê Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Îrfan Dirok ev agahî dan;
“Weke Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Îrfan Dîrok 2’yê Kanûnê danê êvarê saet di 22.00’an de li Taxa Wan Koyîçî 2 Aselsan Brand Mobese rûxandin.”
Yekîneyê di daxuyaniya xwe de jî ev agahî dan;
“Çawa ku gerîlayên Azadiyê li Çiyayên Kurdistanê hemû teknîka dijmin tine dikin, em jî bi hêza ku ji zêhniyeta afirîner a gerîla distînin ber bi bajaran ve dibirin. Careke din derket holê ku hemû propagandayên mezin ên li dijî dijmin ji hevokên vala pêk tê û şerê taybet û psîkolojîk esas digire. Me gelek caran nîşan da ku em dikarin hemû teknîk, şerê taybet û psîkolojîk ê dijmin pûç bikin. Li ser vê bingehê divê ciwanên Kurdistanê û gelê me li cem me cihê xwe bigire û ji dijmin hesabê dîrokî bipirse.”