Navenda Nûçeyan – Agirê serhildan û xwepêşandanan li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê di hefteya 12 de berdewam dike.
Malbatên hin girtiyan duh li ber dadgeha bajarê Abdanan a bajarê Rojhilatê Îlamê ji bo serbest berdana wan çalakiya xwe ya birçîbûnê berdewam kirin, tevî êrîşên hêzên ewlehiyê jî malbatan cihê xwe neterikandin û çalakiya xwe didomînin.
Ji aliyekî din ve li bajarê Sana hejmarek ji xwendekarên keç daketin qadan û bi qîrîna dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” û siloganên li dijî desthilatdaran li dijî zext û tundiya hêzên dewletê nerazîbûn nîşan dan û daxwazên xwe tekez kirin.
Li Seqziyê ciwanan careke din bi vekirina agir û girtina kolanan dengê xwe li dijî desthilatdariyê bilind kirin, li Qurvayê meşeke bêdeng hate lidarxistin.
Xwepêşandan li çend deverên Tehranê berdewam bûn û hejmareke berçav ji şofêrên kamyonan jî greva xwe berdewam kirin.
Duh jî çalakiyên hişyarî û banga tevlîbûna grevê û protestoyê ya li gelemperiya welêt duh dewam kir.
Ji 16’ê Îlonê û vir ve serhildanên li dijî kuştina Zhîna Emînî ku bi navê “Jin, Jiyan, Azadî” tê naskirin, heta niha herî kêm 448 kes hatine kuştin û bi hezaran kes jî hatine girtin.
Tevî ku hêzên giran ji bo kontrolkirin û tepeserkirina xwepêşandanan li bajaran hatine bicihkirin jî, xwepêşandan bi şêweyên cuda berdewam dikin.