GRIGNY – Îro êvarê endamên TekoJIN û TCŞ’ê li Grîgniyê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di çarçoveya pêngava “Werin Têkoşîna Azadiyê” de meşek li dar xistin.
Ji bo bîranîna tevahî şehîdên şoreşê bi taybet şehîdên Kurdistanê deqeyek rêz hate girtin. Meş li pêşiya Navenda Gelê Kurd a Grigny destpê kir heta Gara Trenê ya Grigny berdewam kir. Meşê de dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bijî Berxwedana Gerîla”, “Bijî Berxwedana Rojava” hate berz kirin û wiha hate gotin; “Em weke TekoJIN û TCŞ, heta ku azadiya fîzîkî ya Rêbertiya me bidest bixin heta dawî li gel Serokê xwe û gerîlayên xwe bibin. Bi vî awayî em çalakiyên xwe yên li kolanan bênavber bidomînin.”