Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di daxuyaniya xwe de ev tişt diyar kiribû:
“Di çarçoveya Pengava Şoreşger a Bazên Zagrosê de li herêma Avaşînê;
Di 15’ê Hezîranê saet di 16.40’an de li herêma Şûkê wesayîta zirxî ya Amarok a dagirkeran bi taktîka sabotajê hate teqandin. Wesayîta zirxî bi temamî îmha bû û 5 dagirkerên di wesayîtê de hatine cezakirin.”