TEBQA- Xwendekaran bi meşekê hem tecrîda li ser Rêber APO û hem jî êrîşên dewleta Tirk a dagirker a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriye protesto kirin.
Di meşê de li gel xwendekaran endamên ciwanên şoreşger jî cihê xwe girtin.
Meş ji taxa yekem a başûrê bajar destpê kir. Di meşê de posterê Rêber APO û alên tevgerên ciwanan û dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe’ bê navber hatin qîrkirin.
Li Çerxerêya Meyselûn li ser navê Tevgera Xwendekaran li vir Ehmed Xilêf daxuyabî da.
Xilêf bal kişand ser tecrîd û berxwedana Rêber APO a ji bo azadiya gelan.
Xilêf qala dagirkeriyê kir û got: “Dewlet Tirk a dagirker ji roja yekem a Şoreşa Rojava ya li ser ramanê Netewa Demokratîk a Rêber APO êrîş dike. Dixwaze vê ramanê tine bike. Armancên xwe pêk bîne.”
Herî dawl Ehmed Xilêf bang li hemû kesên azadîxwaz û demokratîk kir azadiya Rêber APO bixwazin û li ber êrîşên dagirkeriyê bisekinin.